Binçavkirina 20 rojî bi girtinê encam bû!
ERZIROM/ RIHA/ MÊRSÎN (DÎHA) - Welatiyê bi navê Huseyîn Tangat 20 rojan li Rihayê di bin çavan de ma hat girtin, li Tatosê 15 kesên berî 14 rojan hatibûn binçavkirin, 4 jê bi îdiaya "endamên rêxistinê ne" hatin girtin. Li Mêrsînê jî 4 kes hatin girtin.
Di 26'ê Tebaxê de li mezraya Gomaqurdo, Xendekan, Zorava, Mira û Kole yên navçeyên Tatosa Erziromê serdagirtinên malan pêk hatibûn û 15 welatî hatibûn binçavkirin. Piştî 14 ronan 4 welatiyên bi navê Celal Saridemîr, Îsmaîl Kaya, Mehmet Emîn Korkmaz û Bariş Yalçin bi îdiaya "endamên rêxistinê ne" hatin girtin, 11 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
4 kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa H a Erziromê.
RIHA
Berî 20 rojan li Riha û navçeyên wê 42 kes hatibûn binçavkirin û bi 3 koman derxistin dadgehê. 22 kesên destpêkê hatibûn binçavkirin piştî îfadeyê serbest hatin berdan, 20 kes sewqî dadgehê hatin. Dadgehê 19 kes serbest berdan û welatiyê bi navê Huseyîn Tangat hat girtin.
Dema dadgeh berdewam dikir li Serêkaniyê welatiyê bi navê Abdulselam Dagtekîn jî hat binçavkirin.
MÊRSÎN
Di 30'yê Tebaxê de li Mêrsînê jî 11 kes hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên wan ji hêla dozgeriyê ve hat girtin, bi îdiaya "endamên rêxistinê ne" sewqî dadgehê hatin kirin. 7 kes bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan, welatiyên bi navê Murat Bîlen, Ozgur Kutlu, Dogan Tugrul û Delîl Aslan hatin girtin.
(ms)