DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Ji bo xurtbûna piştgiriyê qurbanên xwe bişînin Kurdistanê'

 
9 Îlon
12:21 2016

STENBOL (DÎHA) - Serokê Şaxa DÎAY-DER'a Stenbolê û endamê Koordînasyona KÎD'ê Mele Ekrem Baran, bang li welatiyan kir û xwest berî Cejna Qurbanê qurbanên xwe ji bo Kurdistanê bişînin.

Serokê Şaxa Komeleya Piştgirî û Alîkariya Alimên Oldan (DÎYA-DER) û Endamê Koordînasnona Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) Mele Ekrem Baran, bi nêzbûna Cejna Qurbanê re bang li gelê kurd û dostên wan kir, di cejnê de piştgiriyê bidin bajarên ji hêla hêzên dewletê ve hatine rûxandin.

Baran diyar kir ku divê ruhê serdema Kobanê careke din zindî be, li ser girîngiya piştgiriya malbatan sekinî. Baran got divê ji bo malbatên malên wan hatine rûxandin, piştgiriya ji bo wan bê xurtkirin.

Baran destnîşna kir ku divê alîkarî tenê bi cejnê re neyê sînor kirin, divê piştî cejnê jî gel bi her şêwazî piştgiriya hev bike û ruhê parvekirinê derbixin holê.

Baran herî dawî aşkera kir ku li ser her mislimanekî ferz e fitir û zekatên xwe bi birayên xweyên mexdûr re parve bike.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN