DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Akademî şûnve gav navêje

9 Îlon
12:07 2016

ENQERE (DÎHA) - 10 Peyvirdarên Hindekariyê yên Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqerê li hempîşeyên xwe yên ku di 1'ê îlonê de bi biryara hikmê di zagonê (KHK) de hatin îxrackirin xwedî derketin.

Peyvirdarên hindekariyê yên Zanîngeha Enqerê Dr. Îrem Aki, Prof. Dr. Metîn Gunday, Prof. Dr. Tunçer Karamustafaoglu, Prof. Dr. Ahmet Kiliçoglu, Dr. Dîlan Mizrak, Prof. Dr. Maksut Mumcuoglu, Doç. Dr. Cuneyt Ozansoy, Prof. Dr. Sema Taşpinar Ayvaz, Dr. Cenk Yîgîter û Prof. Dr. Yahya Zabuoglu, ji bo piştgiriya hempîşeyên xwe daxuyaniya piştgiriyê dan.


Peyvirdaran di daxuyaniya ku dan de destnîşan kirin ku hempîşeyên wan ji bo aştî û demokrasiyê piştgirî dane danezana aştiyê û gotin ew jî wek hempîşeyên xwe li aştî û demokrasiyê xwedî derdikevin û xwestin ev yek ji hêla raya giştî ve bê zanîn.

Peyvirdarên hindekariyê balkişandin ser bidawîkirina peyvirê ya Dr. Încî Solak Akman a di 1'ê hezîranê de û xwestin hempîşeya wan dîsa dest bi peyvira xwe bike.

(ot)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN