DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ji bo kurê xwe bi fikar e

 
9 Îlon
12:07 2016

AGIRÎ (DÎHA) - Welatiyê 42 salî Murat Gunhan ji ber tevli çalakiyên Kobanê bû 22 sal ceza li hat birîn, Gunhanê nexweşê Hepatît B'yê ye, malbata wî bi fikar e. Malbatê diyar kir ku kurê wan di heman demê de nexwşê sînirê ye jî.

Welatiyê bi navê Murat Gunhan ji ber dku li navçeya Bazîdê ya Agiriyê beşdarî çalakiyên 6-8'ê Îlona 2014'an bû hat girtin û bi îdiaya "Ne endamê rêxistinê ye û li ser navê rêxistinê sûc kiriye" û "propagandaya rêxistinê kiriye" hat girtin û 22 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Piştî cezayê Gunhan ji hêla dadgeha bilind ve hat erêkirin, berî 4 mehan hat girtin, Gunhan hem nexweşê Hepatît B û hem jî nexweşê sînirê ye û niha li Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê tê girtin.

Gunhat bavê zarokekî ye, piştî ket girtîgehê nexweşiya wî giran bû, berî mehekî rakirin Nexweşxaneya Sînîr û Ruhî ya Xarpêtê.

Malbata ji rewşa kurê xwe bi fikar e gelek caran bi dawaznameyê serî li Wezareta Edaletê, Serdozgerê Komarê yê Bazîdê û Serdozgerê Komarê yê Agiriyê dan û xwestin serbest bê berdan lê hêj tu encam bi dest nexistine.

Her roj xirabtir dibe

Bav Yusuf Gunhan di Şaredariya Bazîdê de karkerê paqijiyê ye, bang li raya giştî kir û xwest ji bo berdana kurê wî bikevin nav hewldanan.

Gunhan diyar kir ku pirsgirêkên derûnî yên kurê wî hene, piştî avêtine girtîgehê rewşa wî xirabtir bûye. Gunhan bi lêv kir ku piştî wî daxwazname daye Serdozgerê Komarê yê Xarpêtê tenê 10 deqan bi kurê xwe re hevdîtin pêk aniye.

Gunhan aşkera kir ku kurê wî bi vê rewşê nikare 22 salan di girtîgehê de bimîne û xwest kurê wî serbest bê berdan.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN