Endamên HPG'ê Aslan spartin axê

MÛŞ (DÎHA) - Endamê HPG'ê Dogan Aslan ku li Qisleyê di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest da li navçeya Kopê spartin axê.
Li navçeya Qislê ya Dêrsimê di 23'ê Tebaxê de balafirên TSK'ê çiya bombebaran kir û endamê HPG'ê Dogan Aslan (Andok Meryem) jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî biribûn Morga Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê. Malbatê cenazeyê Aslan ji morgê wergirtin û birin Kopê. Piştî nimêja cenaze malbatnê darbesta Aslan birin taxa Înonu. Piştî malbatê cenaze dît, ji vir jî di bin dorpêça maşineyên zirxî de birin goristanê. Di meşê de polîsan girse rawestand û xwestin posterên Aslan desteser bikin. Piştî rageşiyê, girsê dîsa girse li ser milan birin goristanê û bi girseyî defin kirin. Cenazeye Aslan di bin dorpêçê de spartin axê.
Girsê piştî cenaze defin kir, çûn malbatê û konê sersaxiyê ziyaret kirin.
(mae)