DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Gerîlayê HPG'ê Yetîş li gundê xwe hat oxirkirin

 
9 Îlon
10:42 2016

AMED (DÎHA) - Di şerê li Dersimê de gerîlayê HPG'ê Recep Yetîş (Tufan Arjîn) jiyana xwe ji dest dabî, li gundê Gomê Dedaş a Hezroyê hat definkirin.

Di 23'yê tebaxê de il daristanên Bezîk ya navçeya Qisle ya Dersimê di navbera gerîlayên HPG/YJA-Starê û leşkerên tirk de şer derketibû, di şer de gerîlayê HPG'ê Recep Yetîş (Tufan Arjîn) jiyana xwe ji dest dabû. Piştî cenazeyê Yetîş ji hêla malbatê ve hat wergirtin anîn gundê Gomê Dedaş a navçeya Hezroyê ya Amedê. Piştî li gund wekîcbeyên olî anîn cih, cenaze bi dirûşmên "Şehîd namirin" heta goristanê bi ser milan birin û li goristanê hat definkirin.

Ji bo Yetîş li gund serdanên sersaxiyê tên qebûl kirin.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN