DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Gelê Amedê: Divê gel li dora berxwedanê bibe xelek

 
9 Îlon
10:09 2016

AMED (DÎHA) - Gelê Amedê piştgirî da çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hatiye destpêkirin û bang li tevahiya gelê kurd hat kirin ku li dora berxwedanê bibin xelek

Bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re di pêşengtiya KCD. HDK, KJA, DBP û HDP'ê di 5'ê mehê de li Amedê greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger hat destpêkirin, di roja 5'an de çalakî didome. Li tevahiya Tirkiye û Kurdistanê daxuyaniyên piştgiriyê ji bo grevê tên, gelê Amedê jî piştgiriya xwe diyar kir û aşkera kir ku Ocalan ji bo gelên li Tirkiye û Kurdistanê mijara hebûn û tunebûnê ye.

Di çalakiyê de temsîlkarên gelên cuda hene

Xwendekarê zanîngehê Ferhat Onerar diyar kir ku piştî hewldana derbeyê fikarên der barê rewşa Ocalan de gelekî zêde bûne, berteka li dijî vê tecrîdê jî mafê herî rewa ye. Onerari bi lêv kir ku gelê kurd Ocalan wekî rêber qebûl dike û ev tişt got: "Di çalakiyê de berdevkên hemû beşên civakê hene. Ev jî dide nîşan her kes tê temsîl kirin. Wekî di dîrokê de jî hatiye dîtin em ê li ber xwe bidin û bi ser kevin. Divê gelê Amedê destekê bide. Divê meşan pêk bîne û li dora berxwedêran bibe xelek. Di dawiya vê de heke Abdullah Ocalan bigihêje azadiya xwe dê aştî jî bê."

Xwedîderketin divê

Welatiyê bi navê Enver (52) jî der barê mijarê de ev tişt anî ziman: "Di televîzyonan de 'Abdullah Ocalan baş e' tê gotin. Wê demê destûrê bidin bila heyetek biçe îmraliyê. Ev kesên di grevê de mirovên me ne. Divê em xwedî li wan derkevin." Enver bal kişand ser helwesta gelê li rojavayê Tirkiyeyê jî û da zanîn beşeke gelê li wir wan naxwaze.

Enes Turan jî aşkera kir ku ew ji ber van pêkanînên dewletê gelekî tengezar in û wiha pêde çû: "Qe nebe bila agahiyekî bidin, erênî an jî neyînî. Ew qas mirov ketine greva birçîbûnê. Heke Abdullah Ocalan derkeve dê aştî jî aramî jî bê."

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN