DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Heta Kurdistan azad nebe venagerim'

 
9 Îlon
10:07 2016

ÎDRÎS YILMAZ

WAN (DÎHA)
- Endamê HPG'ê Esat Avci (Munzur Zîlan) bi gotina "Heta Kurdistan azad nebe ez venagerim" berê xwe da çiyê û tev li HPG'ê bû. Avci, li pişt xwe hezkirin, bawerî, ked di dilê gel de hişt û çû.

Heta niha bi hezaran ciwanên kurd ji ber rastî zext û zordariyê hatin û nasnameya wan hat înkarkirin tev li refên PKK'ê bûn. Yek ji van ciwanên ku tev li PKK'ê bû jî endamê HPG’ê Esat Avcı'da (Munzur Zilan) e. Avci, got "Heta Kurdistan azad nebe ez venagerim" û tev li HPG'ê bû. Avci di sala 1982'an de li gundê Qerekilîsê yê Erdîşa Wanê ji dayik bû. Di sala 2000'an de Zanîngeha Hîtît a Çorumê beşa Muhasebê xwend. Li zanîngehê gelek caran rastî êrîşên xwendekarên nijadperest hat. Li dijî êrîşan li gel xwendekarên welatparêz tevgeriya û xweparastin pêş xist. Di sala 2012'an de tev li refên HPG'ê bû. Di 5'ê Gulana 2016'an de li bejahiya Colemêrgê di şer de jiyana xwe ji dest da.

‘Heta Kurdistan azad nebe ez venagerim'

Xwişka Esat Avci Esmer Avci qala birayê xwe kir û diyar kir ku birayê wê di nava gel de pir dihat hezkirin û baweriyek mezin dabû gel. Esmer Avci, diyaloga xwe ya bi birayê xwe re wiha anî ziman: "Herî dawî got 'Divê ez biçim' min jî got tu dê biçe ku? got 'Divê ez di nava peqrewanên ku têkoşîna azadiyê didin de cihê xwe bigirim. Dema ku ez piştgiriyê nadim ez diqeherim' û bersîv da min. Min dizanîbû ku dema biryarekê bide pêk tîne. Ji ber vê yekê min zanibû ku israra min dê bê encam be. Ew bi biryara xwe re sadiq bû. Herî dawî ji min re got 'Ger ku ez biçim ez dê bêtir şanaz û azad bim' Min hêsir barandin û min got Ez û tu yek perçe ne. Em nikarin ji hev biqetin. Wî jî bi ken got 'Di vê têkoşînê de qetandin tune ye. Em her dem bi hevre ne. Em dê di dilan de bi hevre bin' û çû. Di newa û stranên wî de bêhna azadî û Kurdistanê dihat."

'Bi gotinekê gelek tişt dianîn ziman'

Birayê Esat Avci Savaş Avci jî anî ziman ku wî têkoşîn piştî çûyîna birayê xwe nas kir û wiha got: "Birayê min pir çalak û bi biryar bû. Her dem bi keng û xweşbînî bû. Carekê min jêre got em çi dixwazin? Wî jî got 'mirov bi rojan bêje têr nake. Lê Ez tenê bi gotenkê bêjim em azadî dixwazin' Vê bersîva wî gelek pirsên di hişê min re ronî kir."

Mamê wî Velî Avci jî anî zima ku her çend temenê wî biçûk bû jî her dem rexne dikir û li gorî hurê azadiyê tev digeriya. Mam Welî, da zanîn ku her dem wekî rêheval bû û ji aliyê hunerê ve pir pêşketî bû û wiha got: "Ew evîndarê azadiyê bû. Ew hem xwendekarekî paş hem jî mamosteyekî baş bû. Ji ber ku bi jiyana xwe gelek tişt fêr dikir."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN