DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Îşkenceyên salên 90'î li girtîgehan didome'

 
9 Îlon
09:14 2016

STENBOL (DÎHA) - Parêzerên OHD’ê Ayşe Acanîklî û Ramazan Demîr piştî 5 mehan hatin berdan kiryarên OHAL’ê yên li girtîgehê vegotin. Demîr anî ziman ku piştî îlan kirina OHAL’ê tu kes bê îşkence neanîne girtîgehê û got ku îşkenceyên ji salên 90’î li ser girtiyan dihat kirin, îro jî heman pêkanîn di dewrê de ne.

Parêzerên Komaleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Ayşe Acînîklî û Ramazan Demîr bi 5 endamên TUAD’ê re berî 5 mehan hatibûn girtin û şêva borî tehliye bûn. Parêzer Acînîklî girtîgaha Jinan a Bakirkoy, Demîr jî ji Girtîgeha Hejmar 5 a Sîlîvriyê dihat girtin. Herdu parastvanê mafê mirovan çavdêriyên xwe yên li girtîgehan di dema OHAL'ê derketin holê parve kirin.

Acînîklî anî ziman ku bi destpêkirina êrîşên li ser saziyên sivîl û li ser gelê kurd, ew hatin binçavkirin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Dewlet gava yekem êrîşê girtîgehan kir. Destpêkê bi ser TUAD’ê de girtin. Dewletê xwast girtîgehan bêdeng bike. Dixwast tu kes li hemberî zordestî û binpêkirinên li girtîgehan dengê xwe dernexe. Ji ber vê yekê êrîşî parêzeran kirin. Lê ev hemû lingên konsepta şer a li hemberî kurdan e.”

Dozên birin DMME'yê jî anîn rojevê

Parêzer Demîr bi dozên binpêkirinên mafên mirovan ên li herêmê xwerêveberiyên cewherî derketin bolê û birina wane DMME'yê tê nasîn. Demîr diyar kir ku di dosyaya wan de raporên wan yên ji bo binpêkirina mafên mirovan amade kirine hatiye krîmînalîzekirin û wiha axivî: “Ev 4 sal e dosyayên me kom dikin. Serlêdanên me yên kiryarên li qadên rêveberiya xweser yên DMME û AYM’ê jî anîn pêşberî me. Biryarên li DMME'yê hatine girtin jî di dosyayên me de bû. Ji ber van serlêdanan em hatin darizandin.”

Demîr bi lêv kir ku dewlet parêzeran hedef nîşan daye û wiha pêde çû: “Ji komkujiyên dewletê bigirin heya polîtîkayên li ser civakê, bi riya hiqûqê qadên parastinê hene. Dixwazin dengên hiqûqa civakî qut bikin û li gorî dewletê hiqûqekî ava bikin.”

‘Feyzîoglu ji bilî peywîra xwe her tiştî dike’

Parêzer Demîr sekna Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyê Metîn Feyzîoglu jî rexne kir û wiha got: “Serokê Baroyan ji bilî peywira xwe her tişt dike. Ji bilî parêzeriyê piştgirî dide mîlîtarîzmê û nîjadperestiyê. Xwe radestî tirsê kiri.”

‘Hatina CPT’ê rewşa girtîgehan guhert’

Demîr da zanîn ku heyeta CPT’ê bi wan re tu hevdîtin pêk neaniye û wiha berdewam kir: “Gelek gotinên me ji heyeta CPT’ê re hebû lê bi me re hevdîtin pêk neanîn. Lê hatina wan a li Tirkiyeyê rewşa li girtîgehan guhert. Heyeta CPT’ê jî bû şahidê vê guhertinê.”

Demîr anî ziman ku piştî îlan kirina OHAL’ê tu girtî bê îşkence neanîne girtîgehê û got ku îşkenceyên li ser girtiyan ji salên 90’î girantir in.

Serê saetê giştînameyek ji Enqereyê tê

Parêzer Acînîklî jî bal kişand ser kiryarên li ser girtîgehan ya piştî hewldana derbeyê û wiha pêde çû: “Mafê girtiyan yê bi 3 kesan re hevdîtinê bi şartên zor û zehmet hat bi dest xistin hat rakirin. Serê saetê giştînameyek ji Enqerê tên. Bi her giştînameyê re kiryarên nû diafirandin. Mirivên li girtîgehan tînin asta dînbûnê. Ji her tiştî re astengiyan derdixin.”

‘Parêzerên navnetewî hêz dan me’

Parêzer Acînîklî jî da zanîn ku ji bo wan piştevaniya navnetewî watedar e û ev tişt anî ziman: “Ji Baroya Stenbolê tu kes nehat serdana me. Ji Kanada heya Parîsê parezeran em ziyaret kirin. Parêzer ji bo hikûmetê û faşîzmê xetereya herî mezin e. Li her derê cîhanê li hemberî parêzeran êrîş heye. Heke parêzer bi hev re piştgiriyê ava nekin, ji bilî yekitiya parêzeran azadiya gelan û mafê mirovan winda dibe. Ji ber vê yekê ziyareta watedar bû û hêz da me.”

Acînîklî û Demîr herî dawî aşkera kiri ku ew dê xebatên xwe û parastina mafên mirovan bi heman biryardariyê bidomînin.

(kom/ozp/ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN