DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Cizîrê 'şebekeya dozger û parêzeran' gel dixapîne

 
9 Îlon
09:11 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Li Cizîrê piştî qedexeya 14'ê kanûna 2015'an bi sedan welatî hatin binçavkirin û girtin. Niha jî malbatên girtiyan bi şebekeya ku xwe weke dozger û parêzer nîşan didin rû bi rû ne. Ev şebekeya bi riya telefonê li gelek malbatên girtiyan digere û bi şertê berdana zarokên wan pere dixwazin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê piştî qedexeya derketina derve ya ku di 14'ê kanûna 2015'an de hat îlankirin û virve, gelek kes ji ber îfadeyên kesên nepen hatin girtin. Niha jî malbatên van kesan bi lîstokên şebekeyek ku xwe weke parêzer û dozger didin nasîn re rû bi rû ne. Ev şebekeya ku bi taybetî li Cizîrê derketiye holê bi riya telefonê li malbatên girtiyan digere û bi şertê zarokên wan berdin pere ji malbatan dixwazin. Di destê heman şebekeyê de hemû agahiyên taybet ên malbatan hene û ji ber vê yekê jî gelek malbatan baweriya xwe pê aniye û pere ji hesabên vê şebekeyê re şandine.

'Bila kes xwe nexapîne, ev hemû lîstokên dewletê ne'

Yek ji malbatên ku heman şebekeyê bi riya telefonê xwe gehandiyê malbata Beytur e. Dayika malê Xecê Beytur kurê wê Osman Beytur ev 9 meh in di Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê de tê girtin, diyar kir ku dema li wan geriya xwe bi malbatek Hezexî ya ku li herêmê tê nasîn dane naskirin û wiha axivî: "Ev hemû siyaseta qirêj a dewletê ye. Bila kes xwe nexapîne. Ev kes xwe weke dozger û parêzer didin nasîn. Bila herkes bizane ku ew çiqas pere bidin jî zarokên wan nayên tehliye kirin û bila kes pê nexape. Ev kes hemû zilamên dewletê ne."

Cîranên wan ew şiyar kirin

Beytur da zanîn ku heman kesan pere ji wan jî xwestine lê bi hişyarkirina cîranan neketine xefka şebekeyê û axaftina xwe wiha domand: "Piştî ku ev kes li me geriyan kelecanê em girtin û em pir keyfxweş bûn. Me got çiqas pere bixwazin em ê bidin wan. Daxwaza me tenê tehliyebûna kurê me bû. Lê piştî ku me dît li gel ku hinek cîranên me pere dane jî zarokên wan nehatine berdan, me fêm kir ku ev jî yek ji xapandinên dewletê ne."

'Dema me got em dê gilî bikin, ji me re gotin, 'terorîst'

Beytur anî ziman ku pîştî ew bi lîstoka wan kesan hesiyane, bi telefonê li wan geriyane û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Piştî em bi lîstoka wan hesiyan em li wan geriyan û me got em dê der barê we de gilî bikin. Li ser vê yekî got hûn, 'terorîst' in û çi ji destê we bê bikin. Bila tu kes guhdarî van kesan neke û neyê xapandin."

(kom/no/ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN