'Li dijî polîtîkayên tekparêz tenê kurd hene'
ÎZMIR (DÎHA) - Nivîskar Atîlla Dîrîm aşkera kir ku li dijî polîtîkayên tekparêz tenê kurd hene û piştrast kir ku heke karkerekî kurd bi benzînê bê şewitandin, ev hişmendiyeke komkujiyê wêdetir tu tişte nîne.
Nivîskar û lêkolîner Atîlla Dîrîm bal kişand ser êrîşên nijdadperest ên li dijî kurdan û bi lêv kir ku di demên borî de li welat buyerên wekî 6-7'ê îlonê, Çorum. Mereş, Sîvas û 12'ê Îlonê pêk hatine, ev ji ber ku dewlet bi gelê Tirkiyeyê re hevrû nabe û ev tişt got: "Wekî di hemû dewletên-netewe de di dewleta Tirkiyeyê de jî paradîgmaya tekparêzî heye."
Dîrîm aşkera kir ku Tirkiye di nava krîzan de dixeniqe û ev tişt got: "Heman senaryo di dewrê de ye. Yek al, yek ol, yek millet, yek ziman. Li dijî vê gotina yek yekî tenê kurd hene. Ev zimanê nefretê ku ji hêla rêveberên vê pergalê ve tê bikaranîn, encama wê hêj nû derket holê. Karkerekî kurd benzîn bi serda hat rijandin û hat şewitandin. Ev hişmendiyeke komkujiyê ya ku terîfa wê nayê kirin e."
'Li hemberî vê jî aştî tê xwestin'
Dîrîm destnîşan kir ku ji ber van hemû pêkanînan, gelê kurd û tevgera azadiyê hêj aştiyê dixwaze û wiha pêde çû: "Ev gelekî girîng e, lê divê herî zêde gelê li rojavayê Tirkiyeyê dijî deng derxe. Teqes divê dengekî aştiyê li Tirkiyeyê tevli dengê kurdan bibe."
'Divê tecrîd bê rakirin'
Dîrîn herî dawî li ser berxwedana 50 siyasetmedarên kurd ên li Amedê ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê lidarxistin greva birçîbûnê dan despêkirin jî rawestiya û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em muxatabê aştiyê dizanin, berê kêbe niha jî ew e. Ji bo pêkhatina aştiyê ev gelekî girîng e. Ji bo wê jî divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin."
(ms)