Baluken: Bê hiqûqî di nezera mede tu hikmên xwe tune

ENQERE (DÎHA) - Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluke der barê nîqaşên "qayûma li ser şaredariyan" de axivî û destnîşan kir ku ev hewldana derveyî hiqûqê tu hikmê xwe li gel wan tune.
Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluke Biryarnameyên Hukmê Qanûnî ya di çarçoveya OHAL'ê de ji hêla AKP'ê ve hatiye derxistin û bi vê riyê dest datîne ser şaredariyên DBP'ê nirxand. Baluken ev wekî "êrîşeke li dijî vîna gel" nirxand û aşkera kir ku demek dirêj e li Tirkiyeyê hiqûq ji holê hatiye rakirin.
Baluken got "Em ê van pêkanînên derveyî hiqûqê bi tu awayî qebûl nekin" û wiha pêde çû: "Tirkiye qanûnên bi xwe derxistiye binpê dike. Heke welatekî li gorî qanûnan tevdigere hebe, divê li gorî peymanên navneteweyî tevbigere û vê riya serî lêdaye vegere."
Baluken di dewama axaftina xwe de ev pêkanîn wekî tunekirina vînê nirxand û aşkera kir ku demek dirêj e Meclis jî bi tevahî ji dewrê hatiye derxistin. Baluken got ev sererastkirin di heman demê de vîna Meclisê jî tune dihesibîne û piştrast kir ku Erdogan û AKP xwe li ser Meclisê re digirin.
Baluken bi lêv kir ku di qanûna tûrikî de AKP, CHP, HDP û MHP'ê li hev kiribûn, lê Erdogan ev vîna heyî tune hesibandiye û wiha axivî: "Erdogan bi vê hewldanê diyar kir ku '4 partî çi biryaran bigirin bila bigirin, serdestî di destê min de ye."
Baluken aşkera kir ku Tirkiye ji derbeyekî xilaz nabe, derbeyeke din pêk tê û piştrast kir ku ew dê destûrê nedin vê yekê. Baluken diyar kir ku li Tirkiyeyê şerekî ew qas dijwar heye jî Meclis bi qanûnên tûrikî re mujûl e.
Baluken herî dawî anî ziman ku li holê heke zilmek hebe, ew dê heta dawiyê li dijî vê zilmê têbikoşin û xwedî li deskeftiyên xwe derkevin.
(ms)