Piştî Cerablusê Tirkiye dest davêje Babê!

AHMET KANBAL
HATAY (DÎHA) - Piştî Cerablusê Tirkiye dixwaze li Babê jî "Nifteyê teslîm bigire." Hat diyarkirin di pêşengtiya Tirkiyeyê de li Îdlibê bi El Nusra, DAIŞ û OSO'yê dê re hevkariyek bê kirin. Protokola Tirkiye bi çeteyan re dike, ji bo parastina xeta neqlê, bi dagirkeriya Cerablusê re vê yekê bi parastina Reqa-Deriya Reş re heta El Babê berdewam bike.
Tirkiye di bin navê "Têkoşîna bi DAIŞ'ê" re bi selefiyên di nava Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) de dagirkeriya li Sûriyeyê bi Merê û Ezazê berdewam bike. Tirkiyeyê bi komên selefî re Cerablus ji DAIŞ'ê teslîm girtin û El Rayî ya girêdayî Babê dagir kirin. DAIŞ'ê li El Raî (Çobanbeylî) 2 tangên artêşa tirk hedef girtin û 3 leşkerên wan hatin kuştin, bi êrîşa li dijî El Vakifê ya ku OSO wekî baregehê bi kar tîne jî êrîş pêk hat û bi vê hewldanê tê xwestin destguhertineke wekî Cerablusê pêk bînin.
Bajarê Merê û beşeke bajarê Ezazê ya ku di destê çeteyên DAIŞ'ê de ye, piştî dagirkeriyê bajarê Merê teslîmî komên girêdayî OSO'yê û komên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan hat kirin.
Tirkiye bi operasyona li dijî Babê dixwaze pêşî li Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bide girtin. Tê xwestin wekî Cerablusê, li Babê ji çeteyên DAIŞ'ê di bin navê hêzên OSO'yê de pevguhestinekî bidin kirin.
Bi Îdlibê re, Tirkiye dixwaze Wargeha Atme ya di navbera Efrînê de ye û wekî baregeha çeteyan tê bi kar anîn, bi tevger bike. Di demên dawî de li Qereqola Sînor a Bukulmez a li hemberî Wargeha Atmeyê ye, tevgera leşkerî berdewam dike. Ev herêm bi taybetî ji hêla MÎT'ê ve tê organîze kirin.
(ms)