'Israra tecrîdê kûrkirina şerê li dijî kurdan e'

MÊRSÎN (DÎHA) - Endamê Hîndekariya Zanîngeha Mêrsînê Alk. Dr. Mustafa Kalay bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê ya li Amedê ji bo Ocalan hatiye destpê kirin, diyar kir ku israra di tecrîdê de dê gengeşiya di mijara kurd de kûrtir bike.
Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê ya ji hêla 50 siyasetmedarên kurd ve ji bo rakirina tecrîd û hevdîtina bi Ocalan re, ji hêla Endamê Hîndekariya Zanîngeha Mêrsînê Alk. Dr. Mustafa Kalay ve hat nirxandin. Kalay bi lêv kir ku li dijî tecrîda ji hêla desthilatdariyê ve tê kûrkirin, li dijî vê tecrîdê daxwaza hevdîtinê bi greva birçîbûnê anîna ziman, hem mirovan difikirîne û hem jî dişîne.
‘Dixwazin gengeşiyên nû derxin’
Kalay bertek nîşanîş astengiya mafên siyaseta kurd û HDP'ê da û da zanîn divê an malbat, an jî parêzer hevdîtinê pêk bînin û ev tişt got: "Di pêvajoyeke nîqaşên wekî derbekaran li dijî Ocalan êrîş pêk aniye tên kirin de, astengkirina hevdîtna bi Ocalan re, tê wateya kûrkirina şerê li difî gelê kurd. Li dijî Îmraliyê êrîşek pêk hatiye an na hêj nehatiye piştrastkiirn. Hikûmet der barê mijarê de daxuyaniyekî nade û ev jî dibe sedema fikaran."
Kalay got "Israra di tecrîdê de ji derbeyê re xizmetê dike" û aşkera kir ku bi êrîşa li Îmraliyê re plana şerê civakî û derxistina kaosê dibe hatibe kirin û wiha pêde çû: "Di tecrîdê de israrkirin dê bi xwere gengeşiyekî di civakê de bide vekirin. Dîsa hemberî hevhatina Tirkiye û Hêzên Sûriyeya Demokratîk dê vê gengeşiyê hêj zêdetir kûr bike û divê ji vê yekê bê revîn."
'Ji aştiyê direvin'
Kalay bi lêv kir ku li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê pêşketinên cidî çê dibin û di vê der barê de jî ev tişt got: "Ji ber tecrîdê nêrînên Ocalan ên di vê der barê de nayên zanîn. Dîsa Ocalan der barê şerê ji navendê berbi çoltarê ve diçe de çi difikire? Der barê hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê û nêzikatiya Tirkiyeyê ya li hemberî Sûriyeyê de çi difikire? Bi rakirina tecrîdê re dê Ocalan şerêli Tirkiyeyê bide rawestandin û pêşî li çareseriyê veke. Tişta hêj meraqê wê tê kirin dê ev yek ji hêla hikûmetê ve çawa bê pêşwazî kirin? Israra di tecrîdê de reva ji aştiyê dide nîşan."
'Kê bingeha şer ava dike'
Kalay da zanîn tişta girîng beyî ku pêwîstî bi çalakiya grevê hebe, divê tecrîd bê rakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ocalan ne girtiyekî ji rêzê ye. Serwextbûna gelê kurd a di vê der barê de tê zanîn. Ji ber çalakiya grevê jî bi zelalî tê dîtin hikûmet çiqasî ji aştî, diyalog û muzakereyan dûrketiye. Wekî di hemû pirsgirêkan de jî tê dîtin, di pirsgirêka kurd de jî heke diyalog nebe dê şer kûr bibe."
Kalay herî dawî destnîşan kir ku divê aştî tenê daxwaza kurdan nebe, her kesê ku pêşeroja Tirkiyeyê di biratiyê de dibîne, divê aştiyê bîne ziman.
(ms)