Elçîçek bi lorîkên dayikan hat oxirkirin
SÊRT (DÎHA) - Gerîlaya YJA-Starê Eylem Elçîçek ku di şerê Dihê de jiyana xwe ji dest dabû, bi lorikan li Sêrtê hat veşartin, piştî merasîmê jî bavê Elçîçek, Reşît Elçîçek ji hêla polîsên Tirk ve hat binçavkirin.
Cenazeyê Gerîlaya YJA-Starê Eylem Elçîçek a 6’ê Îlonê de di şerê li navçeya Dihê ya Sêrtê de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wê li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê bû, ji hêla malbatê ve hat teşxîskirin. Cenazeyê Elçîçek piştî karûbarên dozgeriyê ji morga nexweşxaneyê hat wergirtin, anîn Goristana Zeyve ya li navenda Sêrtê. Di merasîmê de tevî rêveberên DBP û HDP’ê yên bajêr, bi sedan welatî amade bûn. Dema cenaze dihat definkirin jî polîsên tirk bi wesayîtên zirxî dor li goristanê girtin.
Cenazeyê Elçîçek piştî wecîbeyên olî bi lorikan hat veşartin.
Piştî merasîma cenaze, polîsên tirk bavê Elçîçek Reşît Elçîçek binçav kir. Sedema binçavkirina bav Elçîçek nehat zanîn, hat gotin Elçîçek birine Midûriyeta Polîsan a Sêrtê.
(ms)