DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Traktora wergeriya kesek mir 25 kes jî birîndar bûn

 
8 Îlon
21:33 2016

RIHA (DÎHA) - Li Rihayê traktora ku karkerên fistiqan dibir, qeza derbas kir kesek mir 25 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Berecûkê ya Rihayê, traktora ku karkerên fistiqan lê sîwar bibûn, di rêde qeza derbas kir, di qezayê de zarokê 14 salî Ahmet Demîr jiyana xwe ji dest da, 25 kes jî birîndar bûn. Traktora li ser kêlekê ket, welatî di bin de man û gelek kes birîndar bûn. Welatiyên birîndar rakirin nexweşxaneyên Dîlok û Rihayê.

Tedaviya welatiyan li nexweşxaneyan berdewam dike.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN