DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Cenazeyên 5 gerîlayan hatin wergirtin

8 Îlon
18:37 2016

MELETÎ (DÎHA) - 6 gerîlayên HPG'ê di êrîşa hewayî ya li çoltara Qisleyê de jiyana xwe ji dest dabûn, cenazeyê 5 gerîlayan piştî testa DNA'yê hatin wergirtin.

Di 23'yê tebaxê roja sêşemê li herêma daristanî ya Bezikê ya çoltara navçeya Qisleya Dersimê êrîşeke hewayî pêk hatibû, di bombebaranê de 6 gerîlayan jiyana xwe ji dest dabûn, piştî testa DNA'yê cenazeyê 5 gerîlayan hat wergirtin. Piştî testa DNA'yê malbatên çûn Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê, piştî karûbarên li saziyê cenazeyê gerîlayên bi navê Behçet Yetîş (Tufan Arjîn) ê ji navçeya Hezroya Amedê, Murat Yalavaz (Mordem Amed) ê ji Licê, Alî Ozalp (Dilgeş Sorpiyan) û Yuksel Gokbaş (Serhat Dersim) ên ji Dersimê, Dogan Aslan (Andok Meryem) ê ji navçeya Kopê ya Mûşê hatin wergirtin û berbi welatên wan ve hatin bi rêkirin.

Dîsa di heman bombebaranê de gerîlayê bi navê Ahmet Akdag (Adil Botan) jî jiyana xwe ji dest dabû û nasnameya wî ji hêla HPG'ê ve hatibû aşkerakirin. Lê di testa DNA'yê de encam derneketibû. Malbata ku berê ji bo cenaze bigirin hatibûn Meletiyê, aşkera kiribûn ku ji ber îşkence û şewatê cenaze nayê naskirin.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN