DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li 4 zarokan 92 sal ceza hat birîn!

 
8 Îlon
17:34 2016

MÊRDÎN (DÎHA) - Di doza 7 zarokên ku di dema qedexeya 11'ê kanûna 2015'an de li Kerboranê hatibûn girtin li Midyadê hat dîtin. Dadgeh li Ferhat Turan (17), Kadrî Sancar (17), Îbrahîm Aşkan (17) û Halîl Taşdemîr (14) 92 sal ceza birî.


Doza 7 zarokên ku di dema qedexeya 11'ê kanûna 2015'an a li navçeya Kerborana Mêrdînê de hatibû îlankirin û di dema qedexeyê de zarokên bi navê Beşîr Acar (14), Halîl Taşdemîr (14), Ramazan Arslan (14), Ömer Keskîn (15), Îbrahîm Aşkan (17), Ferhat Tûran (17) û Kadrî Sancar (17) li Taxa Tepebaşiyê li malekê bi îşkenceyê hatin binçavkirin li Mîdyatê hat dîtin. Ji van 7 zarokan Ferhat Tûran, Kadrî Sancar, Îbrahîm Aşkan û Halîl Taşdemîr ku îro derketin pêşberî Yekemîn Dadgeha Cezayên Giran a Midyadê bi hinceta 'Yekîtiya dewletê xera dikin' û 'Endamê rêxistinê ne' dadgehê bo her yekî ji wan 23 sal ceza birî.

Li gel ku di îdeanameyê de hatibû nivîsîn ku dê doza 7 zarokan saet 14.00'an dest pê bike jî zarokên beriya niha mişextî Girtîgeha Şakranê kirin saet di 09.00'an de bi SEGBÎS'ê derxistin pêşberî heyeta dadgehê. Li gor agahiyên ji malbatan hatine stendin heyeta dadgehê destûr nedaye ku zarok parastina xwe bikin û bi awayekî lez û bez her yekê deqeyekê parastin kiriye. Li gel astengiya heyeta dadgehê jî zarokên ku parastina xwe kirin diyarkirine ku îdiayên li ser wan tên gotinê hemû derew in û ew van sûcan qebûl nakin.

Her wiha xwediya mala ku 7 zarok lê hatibûn binçavkirin Aysel Sayhan jî di dozê de axivî û diyar kir ku dema zarokan li deriyê wê xistiye û ew xistine hundir tu çek li ser tune bûne.

Raporê gotinên zarokan piştrast kir

Di rapora krîmînalê ya ku li Amedê li ser cilên zarokan hatî kirin de jî tu şopên çekan li ser cilên zarokan nehat dîtin. Li gel vê raporê di îdîanameyên zarokan de "Yekîtiya dewletê xera dikin" û "endamê rêxistinê" dozger heta 40 sal cezayê hepsê hat xwestin.

Piştî parastina parêzerên zarokan û ceza xwestina dozgeriyê heyeta dadgehê navber da dozê û piştî navberê ji bo Ferhat Tûran 23 sal, ji bo Kadrî Sancar 23 sal, ji bo Îbrahîm Aşkan 23 sal û ji bo Halîl Taşdemîr 23 sal ceza hat birîn.

Malbat û parêzerên zarokan bertek nîşanî biryara dadgehê dan û diyar kirin ku ew dê derbarê biryarê de îtîraz bikin.

(kom/no/red)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN