DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

CHP: Qeyûm dê di siyasetê de şikestinan pêk bîne

 
8 Îlon
17:30 2016

ENQERE (DÎHA) - Serokwekîlê Koma CHP'ê Levent Gok têkildarî îdiayên tayînkirina qeyûmê ya bo Şaredariyên DBP'ê de axivî û hişyariya ger tiştek wiha pêk bê dê ev yek rê li ber şikestinên mezin veke kir.

Piştî hate îdiakirin bo Şaredariyên Farqîn û Sûrê yên Amedê qeyûm hatiye tayînkirin bertek û nerazîbûn derketin asta herî jor.

Ligel bertek û nerazîbûnên ji aliyê DBP û HDP'ê ve hatin CHP'ê bertekek tund nîşanî hewla tayînkirina qeyûmê da.

Serokwekîlê Koma CHP'ê Levent Gok diyar kir ku tayînkirina qeyûmê bi daxwaza 4 partiyan ji zagona Tûrik hat derxistin û got ku niha jî AKP dixwaze bi biryara di hikmê zagonê (KHK) de qeyûmê tayîn Şaredariyan bike û got ku dê ev yek di qada siyasetê de rê li ber şikestinên mezin veke.

Gok diyar kir ku ger sûcek hebe karê qanûnî ya der barê şaredaran de bê kirin diyare û anî ziman ku ew amadekariyê dikin ku Biryarên di hikmê zagonê de hatine derxistin bibin Dadgeha Esasî.

(ot)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN