DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Wekîlên Hevşaredariya Sûrê: Em li ser karê xwe ne

 
8 Îlon
16:45 2016

AMED (DÎHA) - Bo Şaredariya Sûrê ya ku hat daxuyandin qeyûm bo wê hatiye pîşandan, heta niha tu teblîgat nehatine şandin. Têkildarî mijarê wekîlên hevşaredariyê daxuyanî dan û gotin ew vê sepandinê qebûl nakin.

Bo Şaredariya Sûrê ya ku Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di hilbijartinên herêmî yên 2014'an de rêje ji sedî 54 deng stendibû û rêveberiya wê bi dest xist, qeyyûm hat pîşandan. Navçeya ku ji aliyê hêzên dewletê ve di bin navê "qedexeya derketina derve" de hat serobinkirin, wekîlên hevşaraderiyê Azîze Derkûtlû û Îzzettîn Candan têkildarî mijarê bi nivîskî daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Her çiqas hîn bo me tu teblîgat nehatibin şandin jî, em jî ji nûçeya deqa dawî pê hesiyan. Em wek hilbijêrên îradeya gel, bi endamên meclîsa xwe û xebatkarên xwe em li ser kar in. Her wiha em wek kesên hilbijartî vê sepandinê qebûl nakin."

Hevşaredarên Şaredariya Sûrê Seyîd Narîn û Fatma Işik bi hinceta beşdarî daxuyaniya rêveberiya xweser bûne di 19'ê tebaxa 2015'an de hatibûn girtin û di 8'ê adara 2016'an de hatibûn berdan. Her du hevşaredar jî ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hatibûn girtin.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN