DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Bo birayên xwe cil birin muduriyeta polîsan, hat binçavkirin

8 Îlon
16:29 2016

STENBOL (DÎHA) - Welatiyê bi navê Erhan Karadenîz yê ku ji bo birayên xwe yê di bin çavan de, dema cil û berg dibirin muduriyeta polîsan hat binçavkirin.

Li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê di 5'ê îlonê di serdegirtina malan de 7 kesên hatibûn binçavkirin, hîn jî li Muduriyeta Polîsan a Stenbolê tên rawestandin. Ji 7 kesên binçavkirî, polîsan bi telefonê li mala Sirri û Baran Karadanîz geriyan û bo zarokên wan cilûberg xwestin. Birayê Sirri û Baran Karadenzî, Erhan Karadenîz dema ji bo birayên xwe cilûberg dibirin muduriyeta polîsan, bêyî ku hincet bê nîşandan hat binçavkirin.

Navê 7 kesên di bin çavan de tên rawestandin wisa ne: Sirri Karadenîz, Baran Karadenîz, Leyla Kaplan, Rehşan Polat, Faruk Ilgaz, Serdar Dost, Fîkret Alkaya ve Erhan Karadenîz.

(ozp/red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN