DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Şêniyên Gazî dorpêça polîsan a taxa şermezar kirin

 
8 Îlon
16:23 2016

STENBOL (DÎHA) - Şeniyên taxa Gazî ya Stenbolê, dorpêça polîsan a ji 31'ê tebaxê ve li ser taxê didome, şermezar kirin.

Federasyona Bektaşî ya Aleviyan, Komaleyên Demokratîk ya Aleviyan, Partiya Piştevanî û Azadiyê (ODP), Kongreya Demokratîk a Gelan û gelek saziyên sivîl û şeniyên taxa Gazî ya girêdayî navçeya Sultangazî ya Stenbolê, dorpeça polîsan ya ji 31'ê tebaxê ve li ser taxê didome, li ber Cemxaneya Gazî kom bûn û daxuyanî dan. Berî daxuyaniyê li ber Cemxaneyê
ji bo welatiyekî nimêja cenaze dikirin. Lê polîsên ku tax dorpêç kirin li girsê gef xwar û xest belav bibin. Li gel dorpêç û gefên polîsan daxuyanî hat dayîn. Daxuyaniyê de pankarta "Li taxa xwe, çanda xwe û baweriya xwe xwedî derdikevin. Ji terora polîsan re bese" hat vekirin û girse bi diruşmayên "Li Gazî polîs naxwazîn" û "Li Gazî qereqol naxwazin" berz kirin.

'Hikumeta antîdemokratîk zagonê nasnake'

Li ser navê girseyê endamê rêveberiya Federasyona Alevî Bektaşî Mustafa Can anî ziman ku hikumeta antîdemokratîk piştî hewldana derbeya 15'ê Tirmehê êdî zagonê nasnake û wiha got: "Li Tirkiyê pergala hiquq û demokrasiyê ne maye gel xwe li hemberî bê hiquqiyan biparêze. Meclîs jî bê bandor hêlane û hemû riyên demokratîk hatine girtin."
Can diyar kir ku dorpêça polîsan ya li ser taxê roj bi roj zêde dibe û ji bo dawî kirina dorpêça polîsan hikumetê hişyar kir.

(ozp/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN