DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Polîsan bi ser mala Serokê Egîtîm Senê de girt

8 Îlon
15:57 2016

BEDLÎS (DÎHA) - Polîsan bi ser mala Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Bêdlîsê de girt. Polîsan di serdegirtinê de deriyê malê şikenand.

Di saetên serê sibehê de polîsên tîmên taybet bi ser mala Serokê Egîtîm Sen û di heman demê de Berdevkê Platforma Şaxên KESK'ê Huseyîn Guzeldere de girt.

Polîsên bi ser malê de girt, deriyê malê şikenand û hemû alavên di hundirê malê de serobino kirin. Hate diyar kirin ku Guzeldereyê beriya niha bi Biryara di Hikmê di zagonê (KHK) de hatiye îxraçkirin ji ber ne li malê bû ye nihatiye binçavkirin.

Hate diyar kirin ku ji ber serdegirtinê dê endamên Egîtîm Sen û KESK'ê saet di 17:00'an de li ber avahiya Şaxa KESK'ê ya Bêdlîsê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.


(ot)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN