Bo girtiyan Înîsiyatîfa Piştevaniyê hat îlankirin
STENBOL (DÎHA) - Bi OHAL'ê re li girtîgehan ji ber zêdebûna binpêkirinên mafan û pêkûtiyan, bo girtiyan Înîsiyatîfa Piştevaniyê hat îlankirin.
Bi OHAL'ê re binpêkirina mafan, êrîş û zordestiyên li ser girtîyan her diçe zêde dibin. Bi hevbeşiya Komaleya Piştevaniya Bi Malbatên Girtiyan Re (TUAD), Malbatên Girtî û Şehîdan a Partîzan, Platforma Dengê Girtiyan û Nemiran, Yekbûna Malbatên Demokrasiyê ya Nû, Platforma Gelên Demokratîk, Rojnameya Meydan û Alinteri Înîsiyatîfa Piştevaniyê Bo Girtiyan hat avakirin. Saziyên ku li şaxa Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê hatin cem hev, bi daxuyaniyekê avakirina Înîsiyatîfa Piştevaniya Bo Girtiyan îlan kirin. Li ser navê saziyan berdevkê Înîsiyatîfa Piştevaniya Bo Girtiyan Metîn Çekîn daxuyanî xwend û anî ziman ku, ew ji bo êrîş û zordestiyên li dijî girtiyan dê bi hev re têbikoşin û got ku ew dê bibin dengê girtiyan.
Çekîn diyar kir ku girtîgehên Tirkiyeyê bûne îşkencexane û roj bi roj binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe û wiha axivî: "Girtî terkî kirine. Girtîgeh bûne qada kesên ji ber hikûmet rexnekirine û hatine cezakirin. Hikûmet li girtîgehan heyfa xwe ji kesên muxalif distîne."
'Tecrîda li Îmraliyê, li hemû girtîgehan dest pê kiriye'
Çekîn sirgûn, zordestî û kiryarên li ser girtiyan rêz kir û wiha domand: "Girtî ji jiyana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi guman in. Tecrîda li Girava Îmraliyê li hemû girtîgehan dest pê kiriye. Ji ber vê yekê ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê û hemû girtîgehan em ê dengê xwe bilind bikin û li dijî êrîş û zordestiyan têbikoşin."
(ozp/red)