Parezer bo greva birçîbûnê heyeta şopandinê avakirin
STENBOL (DÎHA) - OHD'ê û MHD'ê ji bo şopandina çalakiya greva birçîbûnê ya di 5'ê îlonê de li Amedê bi daxwaza agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bên wergirtin hat destpêkirin, "Heyetên şopandinê" ava kirin.
Bo çalakiya greva birçîbûnê ya ku bi armanca agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bên wergirtin ku di 5'ê îlonê de li Amedê hatî dest pêkirin, ji aliyê parêzeran ve "Heyetên şopandinê" hatin avakirin. Di daxuyaniya ku ji aliyê Komaleya Huqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Komaleya Huqûqnasên Mezopotamyayê (MHD) ve hatî dayîn de, hat diyarkirin ku ji bo bersivandina daxwazên çalakiyê, heyetên şopandinê hatine avakirin.
Daxuyaniya ji aliyê OHD'ê û MHD'ê ve hatî dayîn wisa ye:
"Li gel sererastkirinên netewî û navneteweyî jî hevdîtina Birêz Abdullah Ocalan a bi malbat, parêzer û heyetên ku diyarkirî re tê astengkirin. Riyên ku agahî bi raya giştî re were parve kirin bi temamî hatine girtin. Li gel ewqas israrên birayê Abdullah Ocalan jî, ji 27'ê Tirmeha 2011'an ve hevdîtina bi parêzerên wî re û ji 6'ê Cotmeha 2014'an ve jî bi malbata wî re her tê asteng kirin.
Parezerên Ocalan û hevalên me yî parêzer jî di nava çalakiya greva birçîbûnê ya bi armanca agahî ji Ocalan bê girtin ku di 5'ê îlonê de li Amedê dest pê kirî de cih digirin. Çalakiya greva birçîbûnê di demên dîrokî yên ji ber qutbûna riyên demokratîk û xweîfadekirina demokratîk tê destpêkirin. Divê li ser vê çalakiyê îktîdar jî berpirsyariya xwe teqez bi cih bîne. Mafê Ocalan yê bi malbata xwe û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne, mafê herî xwezayî ye. Lê agahî ji Ocalan neyê girtin jî encama hişmendiya xespê ye. Divê demildest bi Ocalan re hevdîtin pêk bê û raya giştî bê agahdar kirin.
Em wekî huqûqnasên Platforma Huquqê ya Demokratîk careke din dubare dikin ku daxwaza greva birçîbûnê daxwaza me ye. Divê hemû huqûqnas jî ji ber vê daxwaza me baldar bin.
Di vê çarçovoyê de em jî berpirsyariya xwe bi avakirina "Heyetên şopandinê" bi cih tînin. Em ê berpirsyariya xwe bi bersivandina daxwazên çalakiya birçîbûnê ya huqûqî bi cih bînin."
(ozp/red)