DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

‘Heta bersivek erênî neyê dayîn dê çalakî bidomin’

 
8 Îlon
15:07 2016

ENQERE (DÎHA) - Girtiyên siyasî yên di girtîgehên cuda de dimînin biryar girtin ku di 15’ê Îlonê ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li Amedê hatiye destpêkirin, li girtîgehan greva birçîbûnê bidin destpêkirin.

Piştî di 5'ê mehê de li Amedê çalkiya greva birçîbûnê hat destpêkirin, piştgiriya ji bo çalakiyê her ku diçe zêde dibe. Girtiyên li girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê dijî jî dê çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger di 15'ê Îlonê de bidin destpê kirin.

Der barê biryara girtiyên siyasî de Hevseroka Giştî ya TUHAD-FED’ê Bahar Oktay axivî. Oktay da zanîn ku girtiyên siyasî jî ji bo balê bikişînin ser rewşa Ocalan dê dest bi greva birçîbûnê bikin û wiha axivî: “Girtiyên siyasî jî ji bo heman daxwaza dê di 15’ê îlonê dest bi greva birçîbûnê bikin. Destpêkê dê 35 girtî dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin û heta ku der barê rewşa birêz Ocalan de bersivek erênî neyê girtin dê ev çalakî bêdem bidomin. ”

‘Nêzikatiya dewletê neguherî ye’

Oktay got ku girtiyên siyasî di girtîgehan de her tim li hemberî nêzikatiya dewletê berxwedan meşandin e û axaftina wiha domand: “Ji ber ku bi salan e nêzikatiya dewletê ya li hemberî Birêz Ocalan û girtiyên siyasî neguheriye, girtiyên siyasî biryarek wiha girtin. Çalakiya ku di despêkê de li derve hat destpêkirin, dê bi piştgiriya hundir bidome.”

‘Daxwaz heman e’

Oktay diyar kir ku daxwaza girtiyan heman daxwaz e û wiha pêde çû: “Daxwaza girtiyên siyasî jî wekî daxwaza saziyên dest bi çalakiya birçîbûnê kir, heman daxwaz e. Girtî jî dixwazên di çarçoveya hiqûqî de hevdîtin bi Birêz Ocalan re bê kirin.”

‘Fikarên gel zêde bûn’

Oktay destnîşan kir ku piştî hewldana darbeyê fikarên malbata birêz Ocalan û gelê kurd zêde bûne û wiha berdewam kir: “Piştî hewldana darbeyê der barê rewşa Birêz Ocalan de di civaka kurd û raya giştiya demokratîk de fikar zêde bûn. Gel niha di nav metirsiyekî mezin de ye û dixwaze derheqa Birêz Ocalan de agahiyan bigire.”

‘Daxwaz aşkera ye’

Oktay bi lêv kir ku ger biryarek erênî neyê girtin ev çalakî heta dawiyê dê bidome û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ger biryarek erênî ji bo vê daxwaza gelê kurd ya ku dixwazin ji Birêz Ocalan agahî bên girtin neyê dayîn, dê ev çalakî berdewam bikin. Daxwaza gelê kurd ên derve û di girtîgehan de ji bo ku balê bikişînin ser rewşa Birêz Ocalan, heke agahî neyê dayîn dê çalakî bidime.”

(fd/ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN