Tûncel: CPT, hevparê sûçê li Îmraliyê ye

AMED (DÎHA) - Berxwedêra greva birçîbûnê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel, di civîna Meclîsa Jinan a DBP'ê de balkişand ser polîtîkayên li dijî gelê kurd û Îmraliyê û wiha got, "Serketina têkoşînê peywir û berpirsiyariya me hemûya ye."
Meclîsa Jinan a DBP'ê, li avahiya Rêxistina DBP'a Bajêr têkildarî geşedanên di rojevê de civîneke nirxandinî li dar xist. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel û endama MYK'yê Gulcîhan Şîmşek ên di nav Berxwedêrên Greva Birçîbûnê ya Bêdem û Bêdorveger de cih digirin jî beşdarî civînê bûn.
Sebahat Tûncel bi silavkirina greva birçîbûnê re dest bi axaftina xwe kir. Tûncel diyar kir ku ew di pêvajoyeke dîrokî, lê ewqas jî zor û zehmet de derbas dibin û wiha got, "Di pêvajoyeke bi vî rengî de em wek jinên ku têkoşîna azadiya jinê dimeşînin, berpirsiyariya me ew e ku, em vê têkoşînê bi pêş bixin û rêxistinbûyîna jinê berfirehtir bikin."
'Di hedefa wan de çareserî tune ye'
Tûncel dest nîşan kir ku li Rojhilata Navîn di nêv şerê cîhanê yê sêyemîn de Kurdistan heye û got, li dijî destkeftiyên gelê kurd bi awayekî dijwar êrîş xwe didin der. Tûncel anî ziman ku, Tirkiye bi dagirkirina Cerablûs û Ezazê re Artêşa Sûriyeyê ya Azad li wir bi cih kiriye û bi vî awayî dixwaze destkeftiyên gelê kurd asteng bike. Tûncel wiha domand:
"Nêzîkatiya dewleta tirk ew e ku, naxwaza kanton bigihên hev û dixwaze Federasyona Sûriyeya Bakur a Demokratîk asteng bike. Diyare ku hikûmeta AKP'ê bi hin hêzên navneteweyî re têkilî danîne û di vî warî de dixwaze tevbigere. Têketina Cerablûsê, bes ne li ser xwesteka Tirkiyeyê tenê bû. Pişt re Ezaz û duh jî êrîşî hin gundê Efrînê kir û di van êrîşan de 6 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Em careke din van êrîşan şerêmezar dikin. Em dibînin ku bê hedef çiqas zelal e. Hedefa wan ne DAIŞ e, kurd in. Ji hêla AKP'ê ve rewş pir zelal e. Di pirsgirêka kurdî de şer, pevçûn, mirin û zilm heye. Ya ku bo gelê kurd rewa dibînin ev in."
'Heke hûn bixwazin polîtîkaya kurd a AKP'ê fêm bikin, li Îmraliyê binhêrin'
Tûncel bi bîr xist ku bi gotineke Ocalan tam 2 salan pevçûn xwe nedan der û wiah got, "Heke hûn bixwazin polîtîkaya kurd a AKP'ê fêm bikin, li Îmraliyê binhêrin. Ew bi xwe jî di zanin ku Birêz Ocalan ne kesekî din e. Di navbera salên 2013-2015'an de di pêvajoya diyalogê de, hem li ser rêxistinê hem jî li sr civakê dîtin ku bê Birêz Ocalan çiqas bibandor e. Bi gotineke Ocalan tam du salan tu şer û tu pevçûn xwe nedan der. "
'Li Îmraliyê CPT û hikûmet bi tevkariyî tevdigerin, CPT hevparê vî sûçî ye'
Tûncel di berdewamiya axaftina xwe de rayedarên CPT'yê yên ku hatin Tirkiyeyê li girtîgehan lêkolîn kirin, lê neçûn Girava Îmraliyê rexne kir û wiha axivî: "Komîteya Pêşîgirtina Li Îşkence û Muameleyên Kirêt a Ewropayê (CPT) li Îmraliyê rasterast bûye hevparê îşkenceyê. Astengkirina hevdîtina bi malbatan a Birêz Ocalan û hevalên li gel wî, îşkence bi xwe ye. Ev rewş rasterast peywira CPT'yê ye. CPT ji dêvla ku vê peywira cxwe bi cih bîne, bi hikûmetê re tevkariyê dike. Armanca me yî greva birçîbûnê jî ev e. Ji bo ji Birêz Ocalan agahî bên wergirtin, 18 jê jin bi giştî em 50 kes ketin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Heta ev pêvajo bi ser nekeve em dê bidomînin."
'Divê em li dor berxwedanê bibin xelek'
Tûncel dest nîşan kir ku, li gel van tiştan hemûyan jî divê rêxistinbûyîna jinê berfirehtir bibe û wiha axivî: "Di vê pêvajoyê de ji dêvla em vê wek bêçaretî û lawaziyê bibînin, divê bifikirin bê ka em ê çawa hêzdartir bikin. Em dikarin li dor vê îradeyê ji vir rêya Îmraliyê vebikin û dikarin rêya li ber azadiya gelê kurd vebikin. Bo vê divê em vê têkoşînê xurtir bikin, her malê veguherînin qada çalakiyan ûû bi vî awayekî derketineke mezin bidin der. Em di serdema xwe yî herî xurt de ne. Rast e êrîşên dewletê zêde ne, ji xwe dewlet ji bo destkeftiyên me ji holê rabike êrîşên xwe dijwartir dike. Li dijî vê em dikarin bi rêxistinbûyîneke hêzdar tevbigerin."
(red)