Welatiyên suryanî: Ocalan rêberê me ye jî
AMED (DÎHA) – Welatiyên suryanî yên li navçeya Midyadê yên hatin serdana berxwedêrên greva birçîbûnê diyar kirin ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rêbere wan e jî.
Federasyona Komeleyên Suryanî yê Ewropayê û rêveber û endamên Komeleya Jinên Suryanî ji naçeya Midyadê ya Mêrdînê hatin serdana çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a ji aliyê 50 dildaran ve ji bo ku ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agahî bê girtin hatiye destpêkirin.
Berpirsyarê Yekîtiya Suryaniyên Ewropayê yê Tirkiyeyê û Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Rojnameya Sabro Tuma Çelîk ê di serdanê de axivî diyar kir ku ew çalakiya ku berxwedêrên greva birçîbûnê dane destpêkirin wekî çalakiya xwe dibînin, daxwazên berxwedêran di heman demê de daxwazê wan e jî.
Çelîk bilê kir kul i ser vî axa ku dijîn her tim xwîn hatiye rijandin, qatlîam hatiye kirin û êş hatine jiyandin û wiha got: “Înkar û îmha qet bi dawî nebû. Ji ber vê yekê jî av axa ku em li ser dijîn bûye goristana gelan û çandan. Duh ermen û suryanî qetil kirin, îro jî li ser gelê kurd heman polîtîka û qirkirin pêk tê. Li hemberî van polîtîkayan Rêberê Gelê Kurd têdikoşe. Koma ku li daro Rêberê Gelê Kurd hatiye cem hev heye. Ev têkoşînê qasî ku têkoşîna gelê kurd e ewqas jî têkoşîna gelên Rojhilata Navîn e.”
‘Ew rêberê me ye jî’
Çelîk bilêv kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qasî ku ji bo gelê kurd xwedî ciheke girîng û taybet e ewqas jî ji bo gelê suryanî jî xwedî ciheke girîng e. Çelîk wiha axivî: “Çawa ku têkoşîna azadiya kurdan û gelê kurd wî ji bo xwe wekî rêber dibînin em jî wekî şexsekî, nasnameyekî û rêberekî ku ku têkoşîna me ronî dike dike dibînin. Ji ber vê yekê jî daxwaza we daxwaza me ye. Di demeke kin de em dixwazin gelê kurd û gel bi rêberê xwe re bikevin nava têkîliyê. Divê di demeke kin de bersiva vî daxwazê bê dayîn. Di vî çarçoveyê de em weke suryanî ji bo peywirên dikevin li ser milê me amade ne.”
Piştî serdanê welatiyên suryanî ji avahiyê DBP’ê veqetiyan.
(sa)