DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Çîçek: CPT di kontrola dewletên Ewropayê de ye

 
8 Îlon
13:10 2016

AMED (DÎHA) - Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah ê di greva birçîbûnê de ye li neçûyîna CPT a li Îmraliyê rexne kir û got ku CPT saziyeke di kontrola dewletên Ewropayê de ye.

Heyeta Komiteya Pêşîlêgirtina Îşkence û Nêzikitaya Xirab a Awropayê (CPT) a ji bo li girtigehan çavdêriyan pêk bîne hate Tirkiyeyê bêyû ki biçe Girava Îmraliyê ku gelê kurd ji ber jiyan û ewlehiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi fikar in vegeriya. Parêzerê Rêberê PKK’ê Ocalan, Cengîz Çîçek ê ku ji bo ji Ocalan agahî bê girtin bi dildarên siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger, hunermendan pêk tê ve dest bi greva birçibûnê ya bêdem û bêdorveger kirine neçûyîna CPT ya li Îmraliyê nirxand.

‘CPT di mijara hiqûqa Îmraliyê de din ava komployê de ye’

Çîçek anî ziman ku piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê der barê rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de tu agahî nagirin û ji ber vê yekê jî hatina CPT a li Tirkiyeyê girîng bû. Çîçek wiha axivî: “Di pêvajoya ku gelê kurd û dostên wî evqas bi fikar in de neçûna CTP ya li Îmraliyê careke din rastiyekî dîrokî nîşanî me dide. CPT bi vî nêzîkatiya xwe ve wekî dewletên Ewropayê di mijara hiqûqa Îmraliyê de di komploya navnateweyî de rol digire.”

‘CPT xizmeta dewleta dike’

Çîçek bilêv kir ku di çarçoveya qanûnên normal de CPT saziyeke ji dewletan jortir e lê di pêvajoyeke bi vî rengî de neçûna Îmraliyê nîşan dide ku saziyekî li jora dewletan nîne û wiha got: “Bi vî pratîka xwe ve nîşan da ku saziyekî hiqûqê ya di xizmeta dewletan de ye. Azadî û şertên tenduristiya Birêz Ocalan girtina bin misogeriyê girêdayî saziyekî wekî CPT a ku di şertên Ewropayê de nîne. Têkîldarî azadî tenduristiya Birêz Ocalan agahî girtin di berxwedana gel û şoreşgeran de ye.”

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN