DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Girtiyên siyasî jî tevlî grêva birçîbûnê dibin

 
8 Îlon
12:47 2016

ENQERE (DÎHA) – Hevseroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Prz. Bahar Oktay, çalakiya greva birçîbûnê ya 35 girtiyên siyasî ku di 15'ê Îlonê de dest pê bikin nirxand û diyar kir ku ger gav neyên avêtin çalakî dê li hemû girtîgehan belav bibe.

Girtiyên siyasî yên ku di girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê de dimînin biryar girtin ku di 15’ê Îlonê de tevli greva birçîbûnê ya ku di 5’ê Îlonê de li Amedê ji aliyê rêxistinên wekî KCD, KJA, DBP, HDK û HDP’ê ve hat destpêkirin bibin û balê bikişînin ser rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Hevseroka Giştî ya TUHAD-FED’ê Bahar Oktay, biryara girtiyên siyasî nirxand û da zanîn ku girtiyên siyasî jî ji bo ku balê bikişînin ser rewşa birêz Ocalan dê dest bi greva birçîbûnê bikin û wiha axivî: “Girtiyên siyasî jî ji bo heman daxwaza ku ji aliyê siyasetmedarên kurd ve hat despêkirin dê 15’ê îlonê dest bi greva birçîbûnê bikin. Destpêkê dê 35 girtî dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin. Ger bersivek erênî neyê dayîn dê çalakî bê mezinkirin.”

‘Nêzikatiya dewletê neguherî ye’

Oktay got ku girtiyên siyasî di girtîgehan de her tim li hemberî nêzikatiya dewletê berxwedan meşandin e û axaftina wiha domand: “Ji ber ku bi salan e nêzikatiya dewletê ya li hemberî birêz Ocalan û girtiyên siyasî neguheriye, girtiyên siyasî biryarek wiha girtin e. Çalakiya ku di despêkê de li derve hat destpêkirin niha jî dê li hundir bê meşandin.”

‘Daxwaz heman e’

Oktay diyar kir ku daxwaza girtiyan heman daxwaz e û wiha pêde çû: “Daxwaza girtiyên siyasî jî wekî daxwaza siyasetmedarên ku dest bi çalakiya birçîbûnê kirin e. Girtî jî dixwazin di çarçoveya hiqûqê de hevdîtin bi birêz Ocalan re bê kirin.”

‘Fikarên gel zêde bûn e’

Oktay destnîşan kir ku piştî hewldana darbeyê fikarên malbata birêz Ocalan û gelê kurd zêde bûne û wiha dewam kir: “Piştî hewldana darbeyê der barê rewşa birêz Ocalan de di nav raya giştî de gûman pêşketin. Gel niha di nav metirsiyekî mezin de ye û dixwaze derheqê rewşa birêz Ocalan de agahiyê werbigire.”

‘Daxwaz aşkera ye’

Oktay bi lêv kir ku ger biryarek erênî neyê girtin ev çalakî heta dawiyê dê bidome û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ger biryarek erênî ji bo vê daxwaza gelê kurd a ku dixwazin ji birêz Ocalan agahî bê girtin neyê dayîn, dê ev çalakî berdewam bikin. Daxwaza gelê kurd ên derve û di girtîgehan de ji bo ku balê bikişînin ser rewşa birêz Ocalan berxwedanê dimeşînin neyê cîh dê çalakî zêdetir belav bibin. Daxwaz aşkera li holê ye, heta ku der barê rewşa birêz Ocalan de bersivek erênî neyê girtin dê ev çalakî bêdem bidomin.”

(fd/ot)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN