DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Girtîgeha Şirnexê ne heq û ne jî huqûq heye

8 Îlon
12:41 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê, li gel qedexekirina faaliyetên civakî yên girtiyan, mafê hevdîtinê yên malbatan jî di însiyatîfa polîsan de ye.

Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê, binpêkirinên mafan ên ku bi dorpêçkirina 14'ê adarê re xwe dan der, bi sirgûnkirinan re didomin. Duh li heman girtîgehê 6 girtî sirgûnî girtîgehên cuda hatin kirin. Bi van sirgûnan re di salekê de hejmara girtiyên sirgûnkirî gihaşt 121'ê.

Dîlber Ozbay sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Erzîncanê, Semîre Orûç sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Erziromê, girtiya bi navê Seyran a ku paşnavê wê nehat zanîn sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê û Ekrem Batûray sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Qersê hatin kirin. Her wiha nehat zanîn ku girtiyên bi navê Fatma Elçî û Omer Urun sirgûnî kîjan girtîgehan hatine kirin.

Li girtîgeha ku kapasîteya wê hezar û 200 e, hezar û 700 girtî tên girtin

Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê ku kapasîteya wê hezar û 200 kes e, piştî hewldana derbeyê kesên ku di bin navê operasyonên Cemaeta Gulenî de hatin girtin jî, lê hatin bicihkirin û hejmara girtiyên li girtîgehê gihaşt hezar û 700 kesî. Hat diyarkirin ku li qawîşên 14 kesî, 20 kes dimînin û her wiha eywana sporê ya ku ji bo çalakiyên civakî dihat bikaranîn jî wek qawîşan hatine veguherandin.

Av li ber tavê tê germkirin

Hat zanîn ku girtiyên ku pêdiviya wan bi ava germ heye û ji aliyê girtîgehê ve nayê bi cih, avê dixin kîsikan û li ber tavê germ dikin. Hat diyarkirin ku xwarinên li girtîgehê jî ne hîjyenîk in.

Faaliyetên civakî qedexe, rojname tune...

Li girtîgehê bi tu awayî destûra faaliyetên civakî bo girtiyan nayê dayîn. Li gel vê pirtûk, rojname û kovar jî hatine qedexekirin. Girtiyên ku di bin van şert û şirûtên zehmet de li ber xwe didin, li gel vê malbatên wan jî ji ber "qedexeya derketina derve" bi qasî wan bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Malbat ji bo li girtîgehên hevdîtinê pêk bînin, pêşî diçin noqteya polîsan û li vir bi saetan tên rawestandin. Pişt re polîs li gor kêfa dilê xwe biryara çûyîna hevdîtinê didin.

Walî: Qedexe heye, ji destê e ev tê

Parêzerên Baroya Şirnexê yên ku têkildarî van pêkanînan serî li Walîtiya Şirnexê dan bo wan wiha hat gotin, "Qedexeya derketina derve heye, ji destê me ev tê."

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN