DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Girtîgeh veguherîn qadên îşkenceyê

 
8 Îlon
12:12 2016

EDENE (DÎHA) - Nûnerê TUHAD-FED ê Edeneyê Mehmet Akar û Parêzer Vedat Ozkan balkişandin ser binpêkirinên li girtîgehên Enqere û Edeneyê û anîn ziman ku girtîgehên li Tirkiye bûne birînên bi xwîn.


Bi desthilatdariya AKP'ê re binpêkirinên li girtîgehan derketin asta herî jor. Nûnerê Tuhad-Fed ê Edeneyê Mehmet Akar balkişand ser binpêkirinên li girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê û destnîşan kir ku girtî di bin navê lêgerînê de rastî îşkenceyên giran tên. Akar dazanîn ku pratîka OHAL'ê li girtîgehan di meriyetê de ye.

'Li odeya parêzeran û girtî kamera bicîhkirin'

Her wiha Akar di berdewama axavtina xwe de got ku li girtîgehên Tîpa T a Osmaniye, Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler û girtîgeha Jinan a girtî ya Tarsusê li odeyên hevdîtina girtiyan a bi parêzeran re kamera û pergala deng girtine hatiye bicîhkirin û anî ziman ku ligel vê yekî jî mafê hevdîtinê yê girtiyan jî tê binpêkirin û got ku girtî dikarin tenê bi ferdên malbatê re hevdîtinê bikin.

Akar di dawiya axavtina xwe de dazanîn ku bi îlankirina OHAL'ê re li girtîgehan zext derketine asta herî jor û got ku wekî nûnerên saziyên sivîl ew vê yekî qebûl nakin û got ewê têkoşîna hiqûqî bidin meşandin.


'Bi hinceta OHAL'ê pirsgirêk nayên çareserkirin'

Parêzer Vedat Ozkan jî diyar kir ku bi îlankirina OHAL'ê li girtîgehan binpêkirina mafan her diçe zêde dibe û anî ziman ku ji ber pêkanînên OHAL'ê ew nikarin parêzeriyê bikin û mafê girtiyan biparêzin.

'Li ser doşeke kê du girtî bi dorê radizên'

Ozkan diyar kir ku ji ber kapasiteya girtîgehan gelek zêde bû ye, girtî nikarin avê vexwin û xwarinê bixwin û anî ziman ku li ser doşekekê du girtî bi dor radizên û got: "Bi hinceta OHAL heye pirsgirêkên li girtîgehan nayên çareserkirin. Ji ber vê yekî jî mafên hikûmxwar û girtiyan tê binpêkirin."


(ot)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN