'Heke hevdîtin nebe dê çalakî li her derê belav bin'
ENQERE (DÎHA) - Saziyên demokratîk diyar kirin ku divê demildest hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk bê, berovajiyê wê dê çalakî li her dera Tirkiye û Kurdistanê belav bibin.
Berxwedana greva birçîbûnê ya li Amedê ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, berdewam dike.
Endama Koordînasyona Kongreya Jinên Azad (KJA) a Enqereyê Mizgin Tayşan, bal kişand ser berxwedana greva birçîbûnê û aşkera kir ku divê hikûmet demek zû de bersivê bide û ev tişt got: "Beryî ku hikûmet dijberên nû ava bike, divê bersivekî bide daxwazên aştiyê û ji bo pêkhatina daxwazên mirovî bikeve nava hewldanan."
Tayşan da zanîn heke bi Ocalan re hevdîtin pêk neyê, dê berxwedana greva birçîbûnê li Tirkiye û Kurdistanê belav be.
Berdevkê Federasyona Komeleyên Piştgirî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAD-FED) Mehmet Baytekîn, destnîşna kir ku kesê şer bide rawestandin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Baytekîn got hemû cîhanê ev yek qebûl kiriye, lê Tikriyeyê qebûl nekiriye û wiha axivî: "Tirkiye bi rêbazên faşîzan Rêberiya me bi gel dide qetandin. Lê hêza wê têrê nake. Ji bo wê jî em berxwedêrên li Amedê ketine grevê silav dikin û dê piştgiriya me bidome."
'Em berxwedanê silav dikin'
Serokê KURDÎ-DER'ê Mustafa Karaman jî bi lêv kir ku aştî mafekî gerdûnî ye û wiha pêde çû: "Hemû cîhan û mirovahî dixwaze di nava aştiyê de bijî. Em jî dixwazin li Tirkiye û Kurdistanê di nava aştiyê de bijîn. Nifteya aştiyê jî a niha di destê Birêz Ocalan de ye. Ji bo wê jî 50 kesên di berxwedana greva birçîbûnê de ji bo ev tecrîd bê rakirin di çalakiyê de ne."
Dê têkoşîn bê mezin kirin
Endamê MKYK'ya Partiya Rizgarî û Ji Nûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Muhsîn Dalfîdan jî ev tişt got: "Hemû hêzên ked, demokrasî, aştî û azadiyê di binê dorçêpê de ne. Gelê kurd û vîna wî di binê şerekî topyekun de ye. Tenê riyeke valaderxistina vî şerî heye, ew jî berxwedana topyekun e. Divê hemû hêzên ked, demokrasî, aştî û azadiyê bibin yek û têkoşîna hevpar bikin. Dê berxwedana greva birçîbûnê têkoşîna aştiyê bilind bike."
(ms)