Cenazeyek hat dîtin
BEDLÎS (DÎHA) - Cenazeyê kesê bi navê T.G. yê ku li ser rêya Tetwan-Wanê hat kuştin û wesayîta wî hat şewitandin, hat dîtin.
Cenazeyê kesê bi navê T.G. yê ku wesayîta wî li ser rêya Tetwan-Wanê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hat şewitandin û kuştin, hat dîtin. Cenaze ji aliyê ajokarên ku di rê de bûn hat dîtin û bo cendirmeyan agahî hat ragihandin. Cenazeyê T.G. bo otopsiyê bi ambûlansê, şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê.
Têkildarî bûyerê operasyon hat destpêkirin.
(red)