DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Çawîşê Pispor ê li Çelê birîndar bûbû mir

8 Îlon
11:58 2016

COLEMÊRG (DÎHA) - Çawîşê pispor Yavûz Mete yê ku di 3'ê îlonê de li Çelê di pevçûnekê de bi giranî birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.

Li herêma Ertoşê ya Çelêya Colemêrgê, çawîşê pispor Yavûz Mete ê ku di pevçûna 3'ê îlonê de bi giranî birîndar bûbû û li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da.

Piştî ku Mete birîndar bû û li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê dihat tedawîkirin, dawiyê sewqî Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gulhaneya Enqereyê hatibû kirin. Meteyê ku tedawiya wî didomiya, li gel hemû mudaxileya jî jiyana xwe ji dest da.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN