Hûn jî amûrek lîstokan bidin zarokan
WAN (DÎHA) - Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) û Navenda Çandê ya Berîvan a li Wanê ji bo piştgiriyê bidin zarokên ku travmaya şer jiyan dikin dest bi komkirina amûrên lîstokan kirin.
NÇM û Navenda Çandêya Berîvan a Wanê bi munasebeta cejna qurbanê ji bo alîkariyê bidin zarokên travmaya şer dijîn dest bi berhevkirina amûrên lîstokan kirin.
Endama Navenda Çandê ya Berîvan Asîme Eter diyar kir ku ji ber şerê hatî jiyîn psîkolojiya zarokan
xira bû ye û got ku ji ber vê yekî wan xwestiye piştgiriyê bidin zarokan.
Asîme Eter destnîşan kir ku bi vê xebatê wan gavek girîng avêtiye û anî ziman ku ewê di demek kin de amûrên lîstokan bigihînin zarokan û got ku ewê xebata xwe ya ji bo zarokan hê mezintir bikin.
Eter di dawiya axavtina xwe de bang li tevahî gelê Wanê kir û xwest ji bo travmaya ku zarok dijîn ji holê rakin herkes piştgiriyê bide xebata wan.
(era/ot)