KJA'yê cilên cejnê li zarokan mexdûr belav kir

ŞIRNEX (DÎHA) - Endamên KJA'yê yên Silopiya di çarçoveya kampanyaya "Ez li Rêberê xwe, Axa xwe û azadiya xwe xwedî derdikevim" de li zarokên ji ber êrîşên dewletê mexdûr bûne cilên cejnê belav kir.
Li navçeya Silopiya ya Şirnex endamên Kongreya Jinên Azad (KJA) di çarçoveya kampanyaya "Ez li Rêberê xwe, Axa xwe û Azadiya xwe xwedî derdikevim" de ji bo zarokên ji ber êrîşên dewletê mexdûr bûne cilên Cejna Qurbanê kom kirin û li taxên Zap, Barbaros, Nûh, Dîcle û Şehid Harûnê li zarokan belav kirin. Endama KJA'yê Aycan Azma derbarê kampanyayê de got ku ew dixwwazin moralên zarokan zêde bikin û wiha axivî: "Bi hatina cejnê re em ji bo moral bidin zarokên ku bi qetlîama re rû bi rû mane, cilên cejnê belav dikin. Zarokên li cihê şer mezîn bûn psîkolojiya şer li ser wan heye. Psîkolojiya şer piranî jin dizanin ji ber vê yekê ev kampanya bi pêşangiya jinan tê meşandin."
(kom/no/mae)