Partiya herdu hevserokên wê di berxwedanê de: DBP

ENQERE (DÎHA) - Herdu hevserokên DBP'ê Sebahat Tuncel û Kamuran Yuksek jî di berxwedanê de ne.
Konsepta şer a ji hêla AKP'ê ve hatiye destpêkirin, gelê kurd bi hemû berxwedana xwe li dijî vê konseptê têdikoşe. Yek xeleka vê berxwedanê jî çalakiya greva birçîbûnê ya di 5'ê Îlonê de li Amedê hat destpekirin e. 50 siyasetmedarên kurd bi dirûşma "roj roja çalakiyan e" ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin, Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel jî di nava vê berxwedanê de cihê xwe digire.
Ne tenê Tuncel, Hevserokê Giştî Kamuran Yuksek jî her çendî di nava grevê de nebe, li girtîgehê di nava pêla berxwedanê de cihê xwe digire.
Yuksek, 119 rin in girtî ye
Yuksek piştî hat binçavkirin, di 13'ê Gulanê de ji hêla dadgehê ve hat girtin. Ji wê rojê vir ve 119 roj in di girtîgehê de ye, li Tirkiyeyê yekane Serokê Giştî yê partiyeke siyasî ye. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li gel hevserokê giştî, 21 endamên Meclisa Partiyê di girtîgehê de ne.
Partiya Demokrasî û Aştiyê (DBP) di sala 2008'an de bi şiyara "Em bi xweseriya demokratîk jiyana azad ava bikin" 3'emîn Kongreya Awarte pêk anî û navê xwe wekî Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) guhert û di siyaseta Tirkiyeyê de cihê xwe girt. Armanca partiyê ew e daxwaza kurdan a "xweseriyê" ava bike. Partiya li Tirkiyeyê bû mînakeke nû, ji wê rojê ve di bin gef û êrîşên dewleta tirk de ye.
Rêveberên wê hatin qetilkirin
Piştî pêvajoya çareseriyê ji hêla hikûmetê ve "avêtin sarincê" êrîşên li dijî DBP'ê zêde bûn û bi sedan rêveberên wê hatin girtin. Dewlet tenê bi girtinê têr nebû, endamên Meclisa Partiyê yên wekî Sêvê Demîr û Mehmet Yavuzel, di berxwedana xwerêveberiyên li navçeya Silopiya Şirnexê de qetil kir.
33 hevşaredarên DBP'ê ji peywîrê hatin girtin
Şaredariyên DBP'ê jî ji "operasyonên qirkirinê" para xwe girtin. Hêj 23 hevşaredar di girtîgehê de ne, bi giştî 33 hevşaredar ji hêla Wezîrê Karên Hundur ve ji peywîrê hatin girtin. 42 hevşaredar jî di nava salekî de hatin binçavkirin.
(ms)