Ercanê helbesta Sûrê nivîsî dê helbesta azadiyê binvîse
AMED (DÎHA) - Abbas Ercanê di çalakvanên greva birçîbûnê de cih digire, bi salan têkoşîna nan û siyastê da. Ercan ji berxwedana 14'ê Tîrmehê û Sûrê bi bandor bû, got "Zarokên li Sûrê şopdarên kesên ji dirva jiyanê bimirin ew qas ji jiyanê hezdikirin" xwest helbesta ku berxwedana Sûrê vedibêje binvîse.
Ji ber ku agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin bi beşdariya gelek siyasetmedarên kurd li Amedê greva birçîbûnê hat destpêkirin. Abbas Ercan jî yek ji van çalakvanan e. Ercan da zanîn Kemal Pîr, Hayrî Durmuş û herviyên wanê li Girtîgeha Amedê li dijî tarîtiya 12'ê Îlonê çalakiya "Rojiya Mirinê ya Mezin" dan destpêkirin, berxwedana 14'ê Tîrmehê û Sûrê bandoreke mezin li ser wî kiriye û wî jî bi vê armancê tevli çalakiya grevê bûye.
Ercan di sala 1960'î de li navçeya Erxanî ya Amedê hatiye dinê, zarokatiya xwe li Erxanî û Amedê derbas kiriye. Ercan got "Her zehmetiyên ku zarokên kurd li Kurdistanê kişandiye, wî jî kişandiye", bi salan li bajarên Tirkiye û Kurdistanê mamostetî kiriye. Ercan bi salan di têkoşîna kedê de cih digire, piştî teqewît dibe niha Hevserokê HDP'a Peyasê ye.
'Ez gelekî kêfxweş im'
Ercan aşkera kir ku ji zarokatiya xwe heya niha bi gelek derbe, tundî û zextan re şahidî kiriye, roja ku bihîst dê greva birçîbûnê destpê bike, navê xwe nivîsiye û ev tişt got: "Piştî min dît di nava bi hezaran kesî de navê min hatiye nivîsîn ez gelekî kêfxweş bûm."
Ercan aşkera kir ku ew dê komkujiyên di demên dawî de li Kurdistanê pêk hatin ji bîr neke, komkujî çiqasî mezin be dê berxwedan jî ew qas mezin be. Ercan bi lêv kir ku wî berxwedana Sûrê kêlî bi kêlî şopandiye û wiha axivî: "Min di berxwedana Sûrê de azadî dît û ev jî wekî ku Nazim Hîkmet ji Abîdîn Dîno re dibêje 'Tu dikarî wêneyê kêfxweşiyê xêzbikî' mirovan sermest dike. Ez ji berxwedan û dilmeziniya wan zarokên berxwedêr bi bandor bûm."
Ji bo berxwedanê nivîsî
Ercan destnîşan kir ku divê berxwedêrên li Sûrê neyên ji bîr kirin û helbesta berxwedana Sûrê nivîsî. Ercan hêstên xweyên di vê der barê de jî wiha tîne ziman: "Mirovên malên wan hatibûn rûxandin û zilma dewletê dîtibûn hebûn. Zarokên wam malbatan li wir berxwe dan. Min ji bo van berxwedêran helbest nivîsî. Zarokên li Sûrê şopdarên kesên ji dirva jiyanê bimirin ew qas ji jiyanê hezdikirin bûn." Ercan aşkera kir ku piştî ew qas buyeran di çalakiya grevê de cih girtin ji bo wî kêfxweşiya herî mezin e.
Ercan got ew dixwaze di pêşerojên azad de helbesta azadiyê binvîse, helbesta ji bo berxwedana Sûrê nivîsiye wiha ye:
Negirî dayika min negrî li me nayê
Te ji min re gotibû "Li me nayê"
Tirsonekî li me nayê
Ez ketim axa ku ez ji şîn bibûm
Xwîna min di berfînên şînbûyî de tov dan
Li Zagros, Ararat û Çîloyê berfîn tîr venabin
Li van çiyan xwîn sor e û ez gihîştim hezkirina xwe nîvekî canê xwe
Negirî li te nayê dayika min
Ev azadiya min e bila li ser dilê dijminê di nava zirxan de bibe kabûz
Bila bibe kevoka spî ya aştiyê û di riya wê de şalpeya sorikî
Ez gihiştim nîvekî xwe, dê ruhê min di sûrên Amedê de bijî, heta ku gerdun hebe ez azad im
Ew ewladên bêhempa yên dîrokê bûn, bi guhnedarî dixwestin wan tune bikin
Û ew Kawayên Hemdem bûn
Wekî Musayê li dijî zordariya Fîravunan serî rakirî,
Beyî ku bitirsin bifikirin canên xwe danîn holê,
Bûn wekî meşaleyan di agirê azadiya Sûrê de...
Bûn berfînên şoreşa Kurdistanê û navên xwe nivîsîn
Wekî berfînên yek rojî, roj dîtin û ji jiyanê re gotin merheba.
(ms)