Waliyê Şirnexê dawet jî qedexe kir

ŞIRNEX (DÎHA) - Walîtiya Şirnexê li şûna têkildarî qedexeya Şirnexê ku 178 rojin didome daxuyaniyekê bide biryara qedexeyek din da. Walîtiyê dawetên li kolanan ku çanda kurdan a hezar salan e jî qedexe kir.
Waliyê Şirnexê li navenda Şirnexê û navçeyên wê Cizîr, Silopiya û Hezexê, piştî qedexeyên bi mehan didome û bi sedan welatî hatin qetilkirin, niha jî şahiyên dawetê yên çanda kurdan a hezar salan e li welatiyan qedexe kir. Li navenda Şirnexê 178 roj in qedexeya li ser bajêr bêyî ku operasyon an jî pevçûn hebin berdewam dike. Walîtiya Şirnexê li şûna derbarê qedexeya li ser bajêr daxuyaniyekê bide û qedexeyê bi dawî bike, qedexeyek din îlan kir. Weliyê Şirnexê piştî komkujiyên li Şirnex, Cizîr, Siloya û Hezex hatin kirin û bi hezaran xanî hatin xerakirin, niha jî dawet, nîşan û şahiyên hinê li welatiyan qedexe kir. Welatî dê êdî wekî kevneşopî û çanda xwe nikaribin van rojan pîroz bikin û nikaribin şahiyan li dar bixin. Walîtiya Şirnexê di daxuyaniya ku li ser malpera xwe ya fermî de dayî weşandin diyar kiriye ku qaşo, 'ji bo ewlehiya gel' li kolan û qadên vekirî şahî qedexe kirine.
Dema mirov li daxuyanî û biryara Walîtiya Şirnexê dinêre pêkenokên ku zarok bilêv dikin tên bîra mirov. Ger hin kesên rewşa Şirnex û navçeyên wê nezanîn dê bifikirin ku her roj li bajêr şahî hene lê walîtiyê ji ber 'ewlehiya gel' ev biryar daye. Kesên ku kiryarên Walîtiya Şirnexê dizanîn jî dê vê qedexeyê weke pêkonokek tam sar binirxînin.
(kom/no/mae)