DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Nûnerê gelê kurd Apo ye'

 
8 Îlon
09:25 2016

STENBOL (DÎHA) - Nûnerên saziyên ked, demokrasî û civakî yên Stenbolê çalakiya ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk bê hatiye destpêkirin parastin û xwestin daxwazên gelê kurd ên demokratîk bên bersivandin. Serokê Odeya Tabîban a Stenbolê Prof. Dr. Selçuk Erez, navnîşana çareseriyê nîşan da û got: "Nûnerê gelê kurd Apo ye."

Çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ji aliyê KCD, HDK, KJA, DBP û HDP’ê ve di 5'ê Îlonê de hat destpêkirin û siyasetmedar, hunermend, rojnameger, nivîskar, kedkar cih digirin di roja 4’emîn de didome. Ji siyasetmedar, nivîskar, sendikavan, akademîsyen, rewşenbir, karsaz, hunermen û xwendekaran bigire heta hemû beşên civakê piştgiriyek xurt dide çalakgeran. Hevserokê Giştî yê KESK'ê, Lami Ozgen, Serokê Odeya Tabîbana Stenbolê Prof. Dr. Selçuk Erez, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan û Serokê Giştî yê DİSK'ê Kani Beko piştgirî dan çalakiyê.

Ozgen: Divê bi lezgîn heyet biçe Îmraliyê

Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lami Ozgen, diyar kir ku şerê saleke hatiye destpêkirin ji her sal dijwartire û wiha got:"Ji bilî riya demokratîk u diyalogê rêyên çareseriya pirsgirêka kurd tune ye. Ji bo vê yekê jî divê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevditin bê kirin. Divê demek berî demekê heyet biçe Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin bike. Hemû Tirkiye û Cîhan di ferqa rol û misyona Oclana de ye."

Ozgen, destnîşan kir ku AKP li ser Ocalan ambargo dimeşîne û xwest bi lezgîn tecrîd bi dawî bibe û wiha got: "Divê parêzer û heyet bi lezgîn biçe Îmraliyê û der barê rewşa Ocalan de bibe xwedi agahî. Divê rê li pêş rola Ocalan a aştiyê bi lezgin vekin."

Erez: Nûnerê gelê kurd Apo ye

Serokê Odeya Tabîban a Stenbolê Prof. Dr. Selçuk Erez jî anî ziman ku bi tecrîda li ser Ocalan şere navbera gelê kurd û tirkan sor dibe û rageşî zêde dibe. Erez, da zanîn ku bi tecrîdê di navbera gelê kurd û tirk de dîwar tê avakirin û divê gelê tirk ji Rojava û gelê kurd jî ji Rojhilat li dîwar bidin û dîwarê navber xwe rakin. Erez, piştgirî da çalakiya greva birçîbûnê û wiha got: "Divê hemû gel ji vê çalakiyê re li çepikan bixin û piştgiriyê bidin. Ji ber ku Nûnerê Gelê Kurd Apo ye. Ger ku gelê kurd Ocalan wekî nunerê xwe qebûl dike, wê demê mafê me tune ku em bêjin na ne wisa ye. Ji bo çareseriya navbera gelan divê rêberê gelan li ser masê rûnên."

Gurkan: Dê piştgiriyê bide çareseriyê

Hevseroka EMEP'ê Selma Gurkan jî anî ziman ku êdî bi lezgîn pêdivî bi çareseriya pirsgirêka kurd heye û jibo vê yekê jî divê divê daxwazên gelê kurd ên demokratik pêk bên. Gurkan, da zanîn ku ji bo çareseriyê divê vîna siyasî ya gelê kurd muhatab bê girtin. Divê tecrîda li ser Ocalan ku gel wekî Rêberê xwe qeb3u dike bê rakirin."

Gurkan, anî ziman ku ew rebaza greva birçîbûnê rast nabînin, lê daxwazên wan daxwazên mafdar in. Gurkan, da zanîn ku ew li pişt çalakiyên gelê kurd in.

Beko: Dibe ku sibê dereng be

Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kani Beko jî anî ziman ku biryara çalakiya grevê biryarek gelek zor û zahmet e û wiha got: "Em bang li wekîlên meclîsê dikin. Em dixwazin guh bidin dengê çalakgeran û çalakiyê bibînin. Divê her kes deng bide vê çalakiyê. Ger ku em îro vê çalakiyê û van daxwazan nebînin dibe ku sibê dereng bibe.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN