7 kes salek e çima girtî ne?

MÊRSÎN (DÎHA) - Li Mêrsînê 7 kesên salek berê hatin girtin, hêj dosyaya wan nehatiye amadekirin û nayê zanîn çima girtî ne. Prz. Mehmet Altuntaş, diyar kir ku muwekilên wî 11 mehin girtî ne û ji ber biryara "Nepenî" nizane çima tên darizandin.
Li Mêrsînê di 28'ê Cotmeha 2015an de 24 kes hatin binçavkirin û jê 7 kes bi îdîaya "entamtiya YDGH'ê" hatin girtin. 11 meh derbas bû, hêj îdîanameya 7 kesan nehatiye amadekirin û sewqî dadgehê nehatine kirin. Hêj nayê zanîn ku 7 kes çima tên darizandin. Parêzerê xwendekarê Zanîngeha Mêrsînê Ugur Orak Mehmet Altuntaş, diyar kir ku 11 mehin muwekilê wî girtî ne û ji ber biryara "Nepenî" ya li ser dosyayê hêj nizane ji kijan sûcdariyê tên darizandin û dosya hêj nehatiye amadekirin.
Altuntaş, destnîşan kir ku ev pekanîna li dijî muwekilê wî li dijî AYM'ê û zagonên navneteweyî ne û wiha got: "Ev pêkanîn raste rast binpêkirina mafan e. Ez parêzerê wan im, lê ji ber biryara veşarî ez nikarim li dosyayê binerim û parastinê bikim. Ez nizanim ji çi tên darizandin. Min çend çaran xwest biryara veşarî bê rakirin, lê min encam negirt. Min ji Dozgerê Komarê û Dadgerê Sulh Ceza xwest lêkolîn bikim, lê destûr nedan. Hemû daxwazên min hatin redkirin û ji ber vê yekê fikarên min zêde ne.
Altuntaş, destnîşan kir ku darizandikek wisa li dijî mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî ye û wiha got: "Muwekilên min 11 mehin ji ber sedemek nediyar girtî ne. Mavê muwekilê min ê xwendinê tê îhlalkirin. Ev binpêkirin di pêşerojê de telafiya wê nayê kirin. Ev di heq û hiqûqên zagona tirk de tune. Ev pêkanîn bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ji ber der barê dosyayê de biryara veşarî neye nikarin parastinê jî bikim."
(mae)