Dagirkeriya li ser sînor vegotin

DÎLOK (DÎHA) - Welatiyên li ser sînor ku şahidê dagirkeriyê ne, dan zanîn kesên di bin fermana MÎT'ê de bi 300 dolarî tevli dagirkeriyê dibin û baregeha vê dagirkeriyê Karkamiş e.
Piştî herêma 110 kîlometreyî ya bakurê Sûriyeyê û Cerablus-Ezazê ji hêla Tirkiyeyê ve hat dagirkirin, bajarên wekî Dîlok û Kîlîs ji bo çeteyan bû navenda tevgerê. Çeteyên di navbera bajarên wekî Karkamiş, Oguzelî û Erbeylî de bi tevger in, li gel axa Sûriyeyê axa Tirkiyeyê jî dagir kirin.
Karkamiş di binê dagirkeriya çeteyan de ye
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, di koordînatoriya MÎT'ê de ji hêla El Nusra, Ehrar El Şam, Nureddîn Zengî û Tûgaya Sultan Murat de navendek hatiye avakirin. Pêwistiyên wekî lojîstîk, tenduristî, û pêdiviyên leşkerî ji navenda li taxa Soylu hatiye avkirin de tên pêşwazîkirin, sewqiyata ji vê herêmê ji bo Şehbayê tê şandin jî ji hêla MÎT'ê ve tê kirin. Dîsa kolanên Cerablus û Karkamişê di bin dagirkeriya çeteya de ne.
Amedekariya êrîşa li dijî Efrînê
Gara Trenê ya Çobanbey a di navbera Çobanbey û Elbeyli ya Kîlîsê de, bi otobusan çete tên kişandin, çeteyên tînin vir derbasî axa Sûriyeyê tên kirin. Alavên şer ên bi TIR'an tînin Deriyê Sînor ê Oncupinarê, li hemberî Kantona Efrînê tên bi cihkirin. Ev çekên ji hêla Tikiryeyê ve tên bi cihkirin, li dijî kurdan tên bi kar anîn.
Çeteyên wekî El Nusra, Ehrar El Şam, Nureddîn Zengî û Tûgaya Sultan Murat ên di bin navê Artêşa Sûryeya Azad (OSO) de hatine berhevkirin, gelek ji wan welatiyên Kafkasya, Ewropa û Tirkiyeyê ne. Bi 300 dolarî tevli dagirkeriyê dibin.
Dagirkeriya Tirkiyeyê ya ji Cerablusê heta Ezazê hatiye dirêjkirin û wekî hedef Bab û Efrîn daye pêşiya xwe, ji hêla MÎT'ê ve tê bi rêvebirin, hin serçeteyên ku cil û begên xwe guhertine, di nava dagirkeriyê de cihên xwe digirin.
Ji hêla din ve li Dîlok û Kîlîsê tevgera çeteyan zêde bû, çeteyên DAIŞ'ê li navenda Dîlokê hin mizgeftan wekî navend bi kar tînin. Bi taybetî Mizgefta Ulu û Mizgefta Uludagê wekî navend bi kar tînin.
(ms)