Pîra 80 salî: Ger agahî ji Serok neyê girtin ez jî dikevin grevê

AMED (DÎHA) – Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger di roja 4'emîn de didome. Pîra 80 salî Bedriye Çîftçî her roj tê vê çalakiyê ziyaret dike. Çîftçî destnîşan kir ku eger ev çalakî nebe bersiv û agahî ji Ocalan neyê sitendin, ew jî dê dest bi çalakiya greva birçîbûnê bike û li pey serokê xwe ye.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a ku bi pêşengiya KCD, HDK, KJA, DBP û HDP’ê bi boneya agahî ji Rêberê PKK Abdullah Ocalan bê girtin û bigîhîje azadiya xwe di 5’ê îlonê de hat destpêkirin, rastî eleqeyek mezin tê. Ji zarokan heta kal û pîran tên çalakgeran ziyaret dikin. Pîr û kal di saetên serê sibê de ji malên xwe derdikevin û tên heta êvarê piştgiriya çalakvanan dikin û dilsoziya li hember Ocalan tînin ziman.
Pîra 80 salî Bedriye Çîftçî ya ku bi malbatî dildarê têkoşîna gelê kurd in her roj carek tê serdana çalakvanan û bi saetan tevlî sohbetê cihê çalakiyê dibe. Çîftçî ligel ku temenê xwe derbasbûyî û nexweşiyên xwe jî berî xwe dide avahiya DBP’a Amedê û tê rewşa çalakvanan hîn dibe.
‘Em ji pey serokê xwe venagerin’
Çîftçî destnîşan kir ku ligel ew nexweşe jî her roj tê serdana çalakvanan û wiha got: “Ez ji bo azadiya Serokê xwe têm hevalên çalakvan ziyaret dikim. Heya Serokê me negîhîje azadiya xwe û ji zîndanê dernekeve em ê rûnenên û her tim li ser piya bin. Em ê ji pey serokê xwe venegerin. Tenê armanca min hatina vir ji bo Serok e. Em jê agahî nastînin û nizanin li ku ye. Çima nahêlin pê re hevdîtin pêk were.”
‘Ez ê jî dest bi çalakiyê bikim’
Çîftçî anî ziman ku ew di oxira Serokê xwe de çi bedel pêwîste bidin û wiha domand: “Eger ku agahî jê neyê sitendin û ev tecrîta girankirî bidome ez ê jî wek pîrek 80’ê salî bikevim greva birçîbûnê. Em nikarin deqîqeyek bisekinin. Ez ji bo vê çalakiyê jî amade me.” Çîftçî diyar kir ku kilîta aşitiyê Ocalan e û wiha got: “Eger ku Ocalan bê azadkirin dê aramî jî bê û aşitî pêk were. Em zilma Erdogan naxwazin em Serokê xwe dixwazin.”
‘Hemû çalakvan zarokên min in’
Çîftçî da zanîn ku hemû çalakvan wek zarokên wê ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez wan hemû wek zarokên xwe dibînim. Bêguman ez ê ji niha şûn ve jî her roj carek bêm serdanê. Dema lazim bibe ez tevlî bibim.
Banga min li hemû gelê kurd û yê Amedê hemû tevlî çalakiya greva birçîbûnê bibin.”
(kom/bg/mae)