Rantxurê Sûrê Ş.A li ser kar e

AMED (DÎHA) - Hêzên dewletê piştî ku Mizgefta Kurşunlu û Dêra Katolîk a Ermeniyan ruxandin, niha jî ji bo rantê pêşkêşî zilamên AKP'ê dikin. Tê îdîakirin ku kesê karê îhaleya restore dayî destpêkirin Ş.A yê bernamzetê AKP'ê ye. Di heman demê de kesê bi qayumê avêtin Zanîngeha Selahattin Eyyubî ye.
Hêzên dewletê yên ku Mizgefta Kurşunlu li taxa Fatîhpaşa û Dêra Katolik a Ermeniyan li taxa Hasirli hilweşand niha jî ji bo rantê pêşkêşî zilamên AKP’ê kirin.
Mizgefta Kurşunlu û Dêra Katolik a Ermeniyan restorasyona wê hat destpêkirin, dê restorasyon ji aliyê Ş. A ku xelkê Çewlikê ye ve bê kirin. Ş.A di sala 2011’an de ji bo hilbijartinan li Amedê bû bernamzetê AKP’ê. Piştî wê jî di 24’ê hezîranê de ji aliyê dadgehê ve bi kayum bû rêveberê Zanîngeha Selahattîn Eyyubî.
'Ji aliyê me ve fîşekek li Mizgftê neket'
Hêzên dewletê Sûr xira kirin, niha jî Sûrê ji bo rantê pêşkêşî zilamên xwe kirin. Ciwanên kurd ên 103'ê rojan li Sûrê di ber xwe dan, roj bi roj rojnivîsa berxwedanê nivîsandin. Di beşa 2'emîn ya rojnivîsa di Yenî Ozgur Polîtîka yê de hat weşandin de şervanê bi navê Muhammet Emîn Erol li ser xerakirin û şewitandina Mizgefta Kurşunlu wiha nivîsiye: "Mizgefta Kurşunlu di dîroka xwe ya 500 salan de tiştek wisan nediye. Hevalê me Mazlum li wir bû. Ji aliyê me ve fîşekek lê neket, lê ji aliyê dewletê ve bi çekên şer ên herî giran ve tar û mar kirin. Piştre jî ji cîhanê re gotin terorîstan ew ruxandiye. Raste ev gotin rast bû, ji ber ku Mizgeft ji aliyê rêxistinên terorê İŞİD-TC-AKP'ê ve hat ruxandin."
Rê di hewşa dêrê re derbaz kirin
Dîsa yek ji cihên ku bê restorekirin jî Dêra Katolîk a Ermeniyan e. Dêra Katolîk a Ermeniyan xwedî hewşek mezin, qube û deriyên mezin e. Dêra Katolîk a Ermeniyan xwedî hewşek mezin, qube û deriyên mezin e. Lê di dîmên nîsanê de hatî kişandin rêyek mezin di hewşa dêrê re derbaz kirine, di vê rewşê de hewş, kube û rewşa berê ya dêrê nemaye. Ka emê di rojên pêşî de bibînin dê hewşa dêrê çawan restore bikin.
Piştî cejnê rantên din tên pêşkêşkirin
Hat zanîn dê piştî cejnê jî Mescîda Îbrahîmbey, Dêra Protestan, Mescîda Hasirli, Mizgefta Kadi, Mescîda Şêx Ereb, Rêya Melîkahmet û Rêya Gazî ku ne di taxên qedexe de ne werin restorekirin.
(bî-mae)