ROJEVA 08'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
* Berxwedêrên greva birçîbûnê ya bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin diyar kirin ku heta Ocalan azad nebe civak jî azad nîne û wiha gotin: “Heta ku Birêz Ocalan azad bibe dê çalakiya me bidome.”
*Nûnerên saziyên ked, demokrasî û civakî yên Stenbolê çalakiya ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk bê hatiye destpêkirin parastin û xwestin daxwazên gelê kurd ên demokratîk bên bersivandin. Serokê Odeya Tabîban a Stenbolê Prof. Dr. Selçuk Erez, navnîşana çareseriyê nîşan da û got: "Nûnerê gelê kurd Apo ye."
*Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a di roja 4'emîn de didome. Pîra 80 salî Bedriye Çîftçî her roj tê vê çalakiyê ziyaret dike. Çîftçî destnîşan kir ku eger ev çalakî nebe bersiv û agahî ji Ocalan neyê sitendin, ew jî dê dest bi çalakiya greva birçîbûnê bike û li pey serokê xwe ye.
*Li Mêrsînê 7 kesên salek berê hatin girtin, hêj dosyaya wan nehatiye amadekirin û nayê zanîn çima girtî ne. Prz. Mehmet Altuntaş, diyar kir ku muwekilên wî 11 mehin girtî ne û ji ber biryara "Nepenî" nizane çima tên darizandin.
* Rêveberê Komeleya Rojava Huseyîn Durmaz, ji welatiyan xwest ku goştê qurbaniyan bidin welatiyên koçber.
*Welatiyên li ser sînor ji dagirkeriyê re şahidiyê dikin, dan zanîn kesên di bin fermana MÎT'ê de bi 300 dolarî tevli dagirkeriyê dibin, baregeha vê dagirkeriyê jî Karkamiş e.
* Hêzên dewletê piştî ku Mizgefta Kurşunlu û Dêra Katolîk a Ermeniyan ruxandin, niha jî ji bo rantê pêşkêşî zilamên AKP'ê dikin. Tê îdîakirin ku kesê karê îhaleya restore dayî destpêkirin Ş.A yê bernamzetê AKP'ê ye. Di heman demê de kesê bi qayumê avêtin Zanîngeha Selahattin Eyyubî ye.
* Şîrketên ku îhale ji AKP'ê girtine, li taxên berxwedanê yên Nisêbînê malên ku zirar nedîtine jî, ji bo berjewendiyên xwe xera dikin. Ev şîrketen îhale girtine di xerakirinê de şîşên xaniyan kom dikin bi wesayîtan dibin difiroşin.
* Rûniştina doza 205 siyasetmedarên kurd ya "Doza Sereke ya KCK'ê a Stenbolê dê li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)
* Gelek partiyên siyasî, rêxistin û komeleyên demokratîk bi boneya serdegirtinên polîsan ên li taxa Gaziyê şermezar bikin dê li pêş Cemxaneya Gaziyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)
* Rûniştina doza 7 zarokên ku di berxwedana Kerboranê de ji aliyê tîmên taybet ve hatin binçavkirin û hatin girtin û piştre şandin Girtîgeha Şakranê dê li Edliyeya Midyadê bê dîtin. (14.00)
* Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Enqereyê bi boneya îxraca 14 hezar kedkarên perwerdehiyê şermezar bikin dê li ber Wezareta Perwerdehiyê daxuyaniyê bidin. (14.30) BI DÎMEN E
ÇAND Û HUNER
*Kursên resman a Şaredariya Akdenizê li taxan ji bo zarokan daye destpêkirin rastî eleqeyek mezin a zarokan tê. Zarokên ku tên kursê hestên xwe bi hunera xêzan tînin ziman.
ABORÎ
* Masivanên Derya Egeyê ku ji ber xizaniyê li dervê qeydan dixebitin hikûmet hişyar kir û xwest derya nebe duyemîn Soma û rê li pêş facîayan bigirin.