Parêzerên OHD'ê serbest hatin berdan

STENBOL (DÎHA) - 2'emîn rûniştina doza parêzerên endamên OHD'ê Ayşe Acinikli û Ramazan Demir û endamên TUAD'ê jî di navde 7 jê girtî 50 kesan hat ditin. Di 2'emîn rûniştina dozê de 7 kesên girtî serbest hatin berdan.
2'emîn rûniştina doza endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Prz. Ramazan Demîr, Ayşe Aciniklî û endamên Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî (TUAD) jî di navde 7 jê girtî 50 kesên ku bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" û "rêvebertiya rêxistinê" dihatin darizandin li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat ditin. Li salona dadgehê parêzerên girtî Ayşe Acînîklî û Ramazan Demir û parêzerên serbest Huseyin Bogatekin, Sinan Zincir, Raziye Turgut û bersûsên serbest tên darizandin amade bûn. Bersûc Kayhan Guney bi pergala SEGBİS'ê tev lê bû. Wekîlên HDP'e Filiz Kerestecîoglu, Garo Paylan, Cîgira Serokên HDP'ê Aysel Tugluk, wekîlê berê Hasip Kaplan, xizmên girtiyan û parêzerên baroyê, parêzerên Baroya Parîse nûnerên parêzerên baroyên Ewropa jî di navde gelek kes amade bûn.
Parêzeran parastin kir û diyar kirin ku girtina muwekilên wan li dijî zagon û hiqûqê ye û xwestin serbest bên berdan. Piştî parastinê heyeta dadgehê der barê hemû girtiyan de biryara berdanê da.
(mae)