Leşkerên tirk 5 parazvanên Efrînê qetil kir

7 Îlon
21:11
2016
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Artêşa Tirk bi tank, obus û çekên giran êrîşî gundên sînorê navçeya Raco ya Efrîn û çeperên YPC’ê kirin. Hat zanîn ku di êrîşê de 5 endamên Parastina Cewherî yên Efrînê hatin qetilkirin û 6 welatî jî birîndar bûn.
Artêşa tirk bi tank, obus, hewan û çekên giran êrîşî gunêd Surekê yê li ser sînorê navçeya Raco yê Efrînê kir. Di êrîşê de endamekî Hêzên Parastina Civakî û 4 endamên Hêza parastina cewherî bi giştî 5 kes hatin qetilkirin û 6 welatî jî birîndar bûn. Dema ku welatiyên sivîl ên vê derdorê diçûn cenazeya endamê HPC’ê bînin, leşkeran gule li wan reşand û du sivîl jî birîndar bûn.
(mae)