‘Em ê jî dest bi greva birçîbûnê bikin’
ENQERE (DÎHA) – Malbatên girtiyên siyasî bi daxuyaniyekê li dijî zext û zordariyên arasteyî girtiyan, bertekên xwe dan der.
Li Enqereyê, Komeleya Malbatên Girtî û Darazxwarî li ber deriyê Wezareta Dadê (TAYAD) têkildarî zext û zorên ku li dijî girtiyên siyasî tên kirin, bo çapemeniyê daxûyanî da. Li gel endamên komeleyê, malbatên girtiyên siyasî yên ku ji bajarê cuda hatin jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Li ser navê komeleyê endama TAYAD’ê Naîme Emlîk axivî û diyar kir ku ev 16 sal in zarokên wan di bin îşkenceyê de ne û dijîn.
Dayika girtiya bi navê Dîdem Akman ya ku di girtîgeha Şakranê de dimîne Zilfî Akman got ku ger zextên li ser girtîgehan bi dawî nebin ew ê jî dest bi greva birçîbûnê bikin û ev tişt anîn ziman: “Ez ji bo tevli daxûyaniyê bibim ji Îzmîrê hatim. Keça min rastî îşkenceyeke dijwar tê. Ez dayik im, bila dewlet guh bide dengê dayikan û dawî li van îşkenceyan bîne. Keça min û hevalên wê ji ber ku êrîşa li hemberî wan zêde dibe dê dest bi greva birçîbûnê bikin. Ger zarokên me dest bi greva birçîbûnê bikin em ê jî dest bi greva birçîbûnê bikin.”
‘Divê dewlet dev ji van qirêjiyan berde’
Akman da zanîn ku ev demek dirêj e li girtîgehan sirgûn berdewam in û wiha domand: “Di hemû girtîgehan de bi taybet jî girtiyên siyasî ên jin tên sirgûnkirin. Di dema sirgûnan de girtiyên jin rastî hewldana tecawiza leşkeran tên. Ev nayê qebûlkirin divê demildest dewlet dev ji van qirêjiyan berde. Êdî em naxwazin bigirîn, zarokên me di girtîgehan de jî rihetî najîn.”
‘Laşê keça min reş û şîn kirin e’
Dayika bi navê Cenet Guneş jî ya ku keça wê li Girtîgeha Bakirkoyê sirgûnî Girtîgeha Silivriyê hatî kirin jî ev tişt gotin: “Keça min dema ku di rîngê de dibirin ji bo Girtîgeha Silivriyê rastî îşkenceyê hatiye û laşê wê hemû reş û şîn bûye. Yên ku van tiştên qirêj dikin tu wijdana wan tune ye.”
‘Milê keça min seqet e’
Guneş dest nîşan kir ku milê keça wê yê rastê seqet e û îşkence li milê wê yî seqet hatiye kirin û wiha got: “Milê keça min ê rastê seqet e, bi zanebûn îşkence li keça min kirine û milê wê yê seqet derb kirine. Keça min bi tena serê xwe di hucreyekê de dimîne. Ji ber ku hucre ne paqij e, ez ji rewşa keça xwe gelekî bifikar im.”
(fd/red)