Çalakiya ji bo Azadiya Ocalan li Qamişlo dest pê kir

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, çalakiya greva birçîbûnê destpê kir.
Ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bê û tecrîd bi dawî bibe, piştî li Ewropa û Amedê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir, niha jî li bajarê Qamişlo çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir. Li gorî nûçeya AHNA, çalakgeran bi hevkariya Kongreya Star û Yekîtiya Ciwanên Rojava, li kêleka dibistana Ferhan Elî ya taxa Hilêliyê kon hat vedan û dest bi greva birçîbûnê kirin. Greva biçîbûnê dê 7 rojan bidome û rojê endamên meclîsên taxên bajarê Qamişlo û her wiha endamên saziyên sivîl, nobetê bigrtin.
Di roja yekemîn a grevê de endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan ên ji hemû bajarên Kantona Cizîrê û endamên meclîsa bajarê Qamişlo û bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, beşdar bûn. Beşdarên grevê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û posterekî wî yê ku li bi gelek zimanan li ser hatiye nivîsandin, ‘Ji Ocalan re azadî’, hilgirtibûn.
Li gorî komîteya amadekar greva birçîbûnê wê 7 rojan bidome û di nava van rojan de, axaftin bên kirin, derbarê rewşa Ocalan de nirxandin were kirin û semîner bên dayîn.
(mae)